TJA: Erdnegariya kurd tê talankirin 2019-06-20 17:10:43   ŞIRNEX - Tevgêra Jinên Azad, li Cizîrê têkildarî êrîşa TSK'ê ya li Xakurkê û talankirina Heskifê daxuyanî da û got: "Duh li Efrinê îro jî li Başûrê Kurdistanê êrîş hene. Nasnameya Kurd û Kurdistanî li ku hebe li vir êrîş heye û erdnegarî tê talankirin."    Tevgêra Jinên Azad (TJA), li navçeya Cizîra Şirnexê di têkildarî talankirina xwezaya erdnîgariya Kurd, bombekirina çiyayê Xakurkê û talankirina Heskifê de daxuyanî da. TJA li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Cizîrê daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmir, nûnerên TJA yên Amed, Êlih, Sêrt, Mêrdîn û gelek bajarên herêmê amade bûn. Jinan xwest li ber Deriyê Sînorê Xabûrê yê navçeya Sîlopiyê daxuyaniyê bidin lê, ji hêla walitiya Şirnexê ve hat qedexekirin.    Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr, diyar kir ku xwest daxuyaniyê li Deriyê Sînorê Xabûrê yê navçeya Sîlopî bidin û wiha got: "Lê bi biryara Waliyê Şirnexê daxuyaniya me asteng kir. Gelek endam û aktîvîstên me yên ji deverên cuda hatin û xwestin tevlî daxuyaniyê bibin li gelek nokteyên cuda rastî astengiyan hatin û hatin rawestdin. Em wekî TJA'yê dê li dijî van astengiyên keyfî têkoşîna xwe berdewam bikin."   Nûran, diyar kir ku gelek qad hatin talankirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li hemû qadên demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bi navê "Polîtîkayên Ewlehiyê" di asta komkujiyê de talan dikin. Bi van êrîşan re armanc dikin ku vê erdnîgariya me bê mirov bihêlin. Bi neçariyê mirov koçber dibin. TSK di bin navê operasyona “Pençe” de li dervê sînor gundan bombe dike û sivîlan dikuje. Qadên sivîl bombe dike. Zevî, bax û bostanan dişewitîne. AKP-MHP beriya hilbijartinê bi polîtîkayên êrîşkar dixwaze li ser îktîdarê bimîne. Duh li Efrinê îro jî li Başûrê Kurdistanê êrîşan dike. Nasnameya Kurd û Kurdistanî li ku hebe êrîş dike."   Nûran, destnîşan kir ku Heskîf mîrateya cîhanê ye û wiha bi dawî axaftina xwe anî: "Heskif di warê dîrokî û çandî de bi dewlemende niha di bin avê de tê hiştin. Heskif Mîrata cîhanê ye. Em dixwazin ev proje bi lez bê betalkirin. Dîsa em dixwazin operasyona li dervê sînor bi lez bi dawî bibe."