Dayika Ekîn Wan serbest hat berdan 2019-06-20 16:18:30   WAN - Delal Erturk a 70 salî bi hinceta ku  berî bi 6 salan bi keça xwe Ekîn Wan re wên kêşandiye piştî ku 3 rojan di bin çavan de ma li dozgeriyê îfadeya wê hat girtin û bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê hat kirin. Delal bi biryara dadgerê serbest hat berdan.    Li navçeya Gimgimê ya Mûşê berî bi ser mala endama YJA Starê Kevser Erturk (Ekîn Wan) ku di 10'ê Tebaxa 2016'an de li navçeya Gimgimê ya Muşê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û bedena wê hat teşîrkirin de girtin û dayika wê Delal Erturk binçav kirin. Piştî 3 rojan dozgerî daxwaza girtinê sewkê dadgehê kir. Delal bi biryara dadger serbest hat berdan.    Sedema binçavkirina Delalê jî ew bû ku berî bi 6 salan bi keça xwe Ekînê re wêne kişandiye.