Partiyên kurd operasyona Xakûrkê şermezar kirin 2019-06-20 15:30:55   AMED - Partiyên kurd bi daxuyaniyek hevpar operasyona TSK’ê ya li dijî Xakûrkê şermezar kirin û gotin siyaseta leşkerî ne çareserî ye.     Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Azadî, Komeleya Şoreşgerên Demokratîk ên Kurd (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur) û Partiya Demokratîk a Kurdistan-Turkiye (PDK-T), bi daxuyaniyek hevpar operasyona Hêzên Çedkar ên Tirk (TSK) a li dijî Xakûrkê şermezar kirin.    'Bila operasyon bê bidawîkirin'    Partiyan di daxuyaniyê de diyar kir ku operasyona TSK'ê ya li dijî Xakûrkê ku dikeve Herêma Federal a Kurdistanê di 27’ê gulanê de dest pê kir didome û ew vê operasyonê şermezar dikin û banga dawî lêanîna operasyonê kirin. Partiyan da zanîn ku operasyona hewayî û bejahiyê ya li dijî herêmê nayê qebûlkirin û wiha gotin: “Heta îro di bin navê ‘Çelîk-Çekîç-Şafak-Guneş-Mertalê Firatê…’ û hwd. gelek operasyonên eskerî pêk hatin. Lê tu operasyon negihîşt encama ku dixwest. Operasyona ‘Pençe’ jî hem li hundir û hem jî li derve pirsgirêkan giran û kûr dike û dê tu çareseriyê li pêş nexe. Ewqas operasyon hatin kirin, lê di encamê de tê xuyakirin ku li herêmê hevsengiya siyaseta bêkurd pêk nayê. Li başûrê Kurdistanê dewleta Federal hatiye avakirin. Li Rojavayê Kurdistanê jî tê xwestin herêma federal ava bibe. Tê wê maneyê ku siyaseta leşkerî ne çareserî ye.”    'Tirkiye di siyaseta şer de israr dike'   Partiyan daxuyand ku di serdemek ku piştî 4 salan bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin tên kirin operasyona tê kirin gellek balkêş e û gotin: “Di serdemek pêvajoya aştî-çareseriyê tê nîqaşkirin, bi operasyona eskerî dest pê kir de dide xuyakirin ku Tirkiye hêj siyaseta çareseriyê napejrînê û di siyaseta şer de israr dike. Bi vê operaysona ‘Pençe’ jî li şûna çareseriya siyaseta aştiyê hêj çareseriya eskerî tê ceribandin. Gelê kurd li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê bûne mifteya siyasetê. Çareserî di rûniştina dîsa li ser maseyê bê rûniştinda derbas dibe.”