Dayika Ekîn Wan bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê hat kirin 2019-06-20 15:07:30   WAN - Delal Erturk a 70 salî bi hinceta ku  berî bi 6 salan bi keça xwe Ekîn Wan re wên kêşandiye piştî ku 3 rojan di bin çavan de ma li dozgeriyê îfadeya wê hat girtin û bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê hat kirin.    Li navçeya Gimgimê ya Mûşê berî bi ser malala şervana YJA Starê Kevser Erturk (Ekîn Wan) ku di 10'ê Tebaxa 2016'an de li navçeya Gimgimê ya Muşê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û bedena wê hat teşîrkirin de girtin û dayika wê Delal Erturk binçav kirin.    Sedema binçavkirina Delalê jî ew e ku berî bi 6 salan bi keça xwe Ekînê re wêne kişandiye. Delal a ku sewkî edliyeyê hat kirin bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê hat kirin.