Filiz Zeyrek: Penaber rûyê reş ê cîhanê ne 2019-06-20 12:39:51   EDENE - Rojnameger Fîlîz Zeyrek a ku dema xwest ji Çemê Merîçê derbas bibe û biçe Ewropyayê ji aliyê Yewnaniyan ve hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin tişa jiya û çavnderiyên xwe vegotin. Fîlîzê wiha got: "Li gorî nêrîna min penaber rûyê reş ê cîhanê ne. Mirov ji bo çi bixwaze bikeve rêyeke wiha? Ew kes cihê ku biçinê ji bo xwe hêvî dibînin, bi hêviya jiyaneke baştir û ji bo ku zarokên xwe bi awayekî rehet xwedî bikin dikevin rêyeke bi vî rengî."   Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan ya Ewropayê (BMMYK) 70,8 mîlyon mirov bi darê zorê ji cihê xwe hatine kirin.  Ev hejmara herî zêde ya ku het roja îro hatiye bidestxistin e. Dîsa li gorî daneyên BMMYK'ê Tirkiye bi hejmara 3.9 milyon penaber welatê ku herî zêde penaber lê dijî ne.  Em bi rojnameger Fîlîz Zeyrek re li ser derbasbûna wê ya ji Çemê Merîçê ku ji bo derbasî Ewropayê bibe û ji aliyê Yewnaniyan ve hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin re li ser çavdêriyên wê axivîn.     Fîlîz a ku di sermaya meha sibatê de hewl da bi keleka hatiye werimandin ji Çemê Merîçê derbas bibe û biçe Ewropayê ku ji aliyê Yewnaniyan ve hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin wiha got: "Ji bo ku jiyaneke xweştir bidim zarkên xwe min xwest biçim."   'Di destên wan de ço û li mirovan didan'   Fîlîz derbarê tiştên jiya de wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em bi kelekê bi zahmetiyên mezin derbas bûn. Biroj her tişt normal bû. Li Yewnanistanê piştî ku em saetekê meşiyan polîsan em rawestandin. Piştî lêpirsîna polîsên Yewnan me got dibe ku me bişînin kampê . Dema ku em girtin me got ev nêzî saetekê ye em meşiyane. Piştre polîsan em ji rêya me kirin û dan rawestandin. Em birin cihekî wekî depo. Li wêderê tişta min dît ez şok kirim.  Di nav wan de Sûriyeyî, Somalî û kesên ji Afganistanê bi sedan pemaber hebûn. Kesên bi rûpoş û bi kincên reş li gel pemaberan rawestiya bûn. Di destê wan de ço û jop hebûn û li mirovan didan. Di dema ku ez li bendê bûm tişta tê kirin çiye fam bikim em jî daf dan nava wê komê û li me jî dan.  Li çenteyê me geriyan hemû pere û gewherê li ser me û gustîlên destên jinan desteser kirin û piştre jî nedan me. Mirovekî kal hebû qet ji ber çavên min naçe.  Mirovkekî şala li ser milê wî kaş dikir mirovê din jî li pişta wî siwar bibû û lêdida. Qîre qîra zarokan bû. "   'Xewstin min tazî bikin û li ser min bigerin'   Fîlîzê di berdewamiyê de diyar kir ku di nav hemû kesî de polîs lêgerîna tazî lê ferz kiriye, wê polîsên jin xwestine lê ev daxwaza wê jî nehatiye cih. Fîlîz diyar kir ku ji ber wê lêgerîna tazî qebûl nekiriye bi copan lê dane û ev tişt got: "Ji nîv saetê zêdetir bi penaberên din re li me dan. Qemyona Leşkerî hat. Li gel min 116 penaber avêtin qaseya qemyonê ya girtî. Min xwest derê xwe bibêjim. Di wê naberê de polîsekî bi hesinê di destê xwe de li çîma min da.  Her der tarî bû, ez hatim asta ku ji ser hişê xwe biçim.  Lê polîsan derî girt û her der tarî bû. Bi sedan mirov li ser hev bûn û hev dieçiqandin. Kesên digiriyan zarok û jin hebûn. Di wê naberê de dengê pitikekê dihat. Min ew pitik ji bin piyên kesan girt. Pitikeke ku ez pitre hîn bûm 7 mehî ye. Piştî demekê em birin Çemê Merîçê."   'Jin bi tacîz û tecawizê re rûbirû diman'   Fîlîz got ku ew destê wan li ser serên wan ji aliyê polîsan ve birine Çemê Merîçê û bi kelek bi motor ew ew kirine komên ku ji deh kesna pêk tên û anîne tirkiyeyê. Fîlîz tiştê ji jinên penaber guhdar kirine jî wiha vegotin: "Lê wêderê mirov 4 rojan birçî hiştine û eziyet li wan kirine. Herwiha ji tiştên ku min vegotin xirabtir anîne serê wan.  Li gorî gotinên jinan gelek jin jî di wê naberê de hatine tecawizkirin. Gotin ji vê re jî şikur bikin gelek jin li vêderê bi avê de hatine berdan. Aliyê Tikriyeyê zextê dike, aliyê Yewnan bi zextê li kelekan bar dike. Jinan diyar kir ku wan gelek cenaze dîtine. Min bi çavên xwe dît ku leşkeran jin tacîz dikirin."   'Em di nav çiravê de man'   Fîlîz derbarê anîna xwe ya Tirkiyeyê de jî wiha got: "Em li merîçê di nava serebeke çiravê de man. Berf dibariya û derbasbûna aliyê din gelek xeter bû. Piştre ji ber çiravê darekî spîndarê ku kokawî nerm bibû wekî pira bi kar anîn û her kes di ser re derbas bû. Ez û penaberek Sûriyeyê man. Ji ber ku her kes di ser re derbas bibû ji heriyê spîndar şahîk bibû, em nikaribûn di ser re derba bibûna.  Di bedêla bimeşim de min xwest bi xwêrkişkê derbas bim. Lê dema ku ez hatim ortê spîndar ji be tewiya bû di ortê de kûr bibû. Di dema ku min xwest di cih de bimînim hevala li gel min moral da min û ez derbas bûm. Lê ya pişt min di heriyê de mabû. Ji ber ku em dereng man yên din dûr ketibûn ger ku em nebûna wê li wê ya din li wê bimana û bimirana. Lê me darek dirêjî wê kir û me ew jî xilas kir."   'Penaber rûyê reş yê cîhanê ne'   Fîlîz diyar kir ku dema derbasî Tirkiyeyê bûne leşkeran ew birine qereqolê û li wê jî 4 rojan mane.  Fîlîz got ku wê li wê li pitikeke dayika wê nexweş bû jî nêrtiye û wiha berdewam kir: "Bager hebû her kes şil bû, zarokeke 3 sal û nîvî û pitikek 7 mehî hebû. Glelk cemidî bûn. Bi rojan birçî man. Min hewl da ku wê pitikê bi rojan bi ava şekir xwedî bikim. Dayika wê nexweş bû ber avêtibû. Me binê pitikê bi kincên xwe yên bibî û bi torbeyê gelaşê girê da."   Fîlîz a ku piştî radestî Tirkiyeyê hat kirin hat girtin diyar kir ku ew di serî de birine Gitrîgeha Jinan a Edîrneyê û piştre jî ew şandina Girtîgeha Jinan a Tarsusê. Fîlîz diyar kir ku li wê jî lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û ji ber tundiya lê hatiye kirin nikaribû bimeşe. Fîlîz piştî ku 4 mehan di girtîgehê de ma di 30'ê Gulanê de serbest hat berdan.