Li Şengalê 15 hezar donim zevî şewitîn 2019-06-20 10:17:38   ŞENGAL - Şaredariya Gel a ser bi Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê eşkere kir ku di encama şewata li Şengalê de 15 hezar donim zeviyên cotkaran ên dexlûdan şewitîne.   Wekî Herêma Federal a Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê îsal li Şengalê ji ber sedemên bi guman gelek şewat derketin û gelek cotkar zirar dîtin. Her wiha ji derveyî ziyana madî ziyana canî ji çêbû.  Şaredariya Gel a ser bi Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) têkîldarê şewata li Şengalê daxuyaniyeke nivîskî da. Li gorî daxuyaniyê heta niha 15 hezar donim zeviyên welatiyan şewitîne.   Daxuyaniya Şaredariya Gel a ser bi Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê wiha ye: "Weke tê zanîn di destpêka demsala havînê de, li Şengalê gelek bûyerên şewatê pêk hatin. Gel û cotkarên me zirarek mezin dît. Lê heta niha jî tu aliyên peywendîdar bi cotyarên me re nebûna alîkar. Bi taybetî di dema agir vemirandinê de jî saziyên hikûmî yên parêzgeha Mûsilê ji bo Şengalê bi erka xwe ranebû. Ji destpêka werzê havînê ve rojane şewat derdikeve. Tevî derfetên kêm em bi hemû derfetên xwe li kêleka cotkarên xwe bûn."   Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ji destpêka şewatê heya niha, şaredarî li ser  bûyerên dest bi lêkolînan kiriye û wiha hat gotin: "Ji bo were zanin çiqas zerer çêbûye. Li gorî lêkolîna heya niha hatiye kirin li navenda Şengal, navçe û gundên wê heya niha 15 hezar donim zeviyên dexilûdan ên cotkaran şewitîne. Her wiha 80 donim bax û baxçeyên welatan jî şewitine. Di encama van şewatan de 4 welatiyan jî jiyana xwe ji dest dane. Bûyerên şewatê heya niha jî berdewam dikin û metirsî heye ku hejmara donimên şewitê zêdetir bibe."