20 penaber li Derya Spî winda bûn 2019-06-20 09:30:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Tê gotin, herî kêm 20 penaberen ji Fasê berê xwe dan Spanyayê li Derya Spî xeniqîne. Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, ji 1'ê çileyê û vir ve herî kêm 569 penaber li Derya Spî winda bûn   Li gorî agahiyên ji yekîneyên ewlekarî û rizgarkirinê yên peravê Spanyayê hatin wergirtin, keştiya ku nêzî 50 penaber tê de bûn û ji Fasê berê xwe dan Spanyayê li Derya Spî winda bû.   Hate ragihandin, keştiyeke bar a ber bi bendergeha Motril a Spanyayê ve diçû bi keştiya penaberan hesiya û 27 koçberên tê de rizgar kir. Lê belê rayedarên Spanî dibêjin herî kêm 49 koçber di keştiyê de bûn û 20 heta 22 ji wan winda ne.   Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, ji 1'ê çileyê û vir ve herî kêm 569 penaber li Derya Spî winda bûn. Cenazeyê kêm ji wan hate dîtin. Ji kesên winda bûn û jiyana xwe ji dest dan 173 li ser rêya Spanyayê jiyana xwe ji dest dan.