KCD’ê bûyera li Siwêrekê şermezar kir 2019-06-19 17:19:10   AMED - Kongreya Civaka Demorkatîk bûyera li navçeya Sîwerekê ya Rihayê şermezar kir û ji bo çareseriya pirsgirêkê bang li saziyên sivîl kir.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser bûyera li navçeya Sîwereka Rihayê. Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat diyar kirin: "Gelê me baş dizane ku bi dozên xwînê çiqas bedelên giran hatine dayîn û ev dozên wiha jiyana zarokên me yên jidayik nebûne çawa esîr digire. Di heman demê de ev bûyerên wiha weke ku tecrûbeyên derbasbûyî de jî li holê ye çawa derbeyeke mezin li jiyana biratî, piştevanî û yekîtiya civakê ya gelê me dide.”   Di daxuyaniyê de banga bi hestiyariyê hat kirin û wiha hat gotin: "Di serî de dayikên me jin, di nirx û kevneşopiya Gelê Kurd de xwedî cihekî yê destnedayinê ne û ev yek ji dersên herî girîng yê ku dîroka me ya bi hezaran sal fêrî me kiriye. Serî de baro, saziyên mafên mirovan ên li Rihayê hemû rêxistinên civaka sivîl û pêşengên baweriyê ji bo çareserkirina pirsgirkê bi hestiyar bin û bikevin nava tevgerê.”   KCD’ê di daxuyaniya nivîskî de ji malbatê re jî sersaxî xwest.