Berî ku cenaze bê şuştin ji aliyê polîsan ve hat definkirin 2019-06-19 13:30:48   MÊRDÎN - Hefteyek berê Endama YJA-STAR'ê Emine Toy di encama pevçûnan de jiyana xwe ji dest da û cenazeyên wê anîn Nisêbînê. Berî ku cenazeyê Emîne bê şuştin ji aliyê polîsan ve hat definkirin.   Hefteyek berê li Navçeya Hezexê ya Şirnexê di encama pevçûnan de Endama YJA-STAR'ê Emine Toy jiyana xwe ji dest da. Du roj berê Emîne anîn Nisêbinê cihê ku jê dayik bûye. Polîsan nehişt ku ji xeynî 3 kesê malbatê kesekî din beşdarî cenaze bibin. Berî ku cenazeyê Emîne bê şuştin ji aliyê polîsan ve hat definkirin.   Emîne li Goristana Mohrisê ya navenda navçeyê hat definkirin. Cihê ji şîna Emîne lê bê dayin jî hat astengkirin. Loma şîna Emîne li mala wê hat dayin.