Li Edeneyê polîsan êrîşî malbatekê kirin 2019-06-19 12:16:47   EDENE - Polîsan li Edeneyê bi ser malbata Rêber Kiliç de girtin û Rêber binçav kirin. Polîsên ku di serdegirtina malbatê de gef li endamên malbatê xwarin, li kolanê jî gefa "Ez ê we tevan bikujim" li welatiyên kolanê xwar.    Polîsan, di şeva 18'ê Hezîranê de li Taxa Kuçukdîkîlî ya Navçeya Seyhanê ya Edeneyê bi ser malbata Rêber Kiliç de girt û Reber Kiliç binçav kirin. Polîsên ku bi tundiyê Reber Kiliç binçav kirin li dervê malê jî gefa "Ez ê we tevan bikujim" li welatiyên kolanê xwar. Polîsên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de li dijî meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Edeneyê operasyon dabû destpêkirin şevê din bi ser malbata Rêber de girtin û Rêber binçav kirin. Polîsan di serdegirtinê de li Rêber Kiliç dan û bi lêdanê binçav kirin. Polîsan piştre li kolanê jî gefa kuştinê li welatiyan xwar. Dema gel li hev kom bû, polîs gule berda hewa û got: "Ez ê we tevan bikujim".    Welati Yildirim Şahin ku polîsan bi qundara çekê lê da krîza dil derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê. Şahîn ê rakirin nexweşxaneyê anjio bû. Niha dermankirina Yildirim didome.