Sema Yuce li Mexmûrê hat bîranîn 2019-06-19 11:24:56   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî bi minasebeta 21’emîn salvegera şehadeta Sema Yuce îro bi tevilîbuna gelê Mexmûrê merasîma bîranînê li saziya malbatên Şehidan pêk hat.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî bi minasebeta 21’emîn salvegera şehadeta Sema Yuce îro bi tevilîbuna gelê Mexmûrê merasîma bîranînê li saziya malbatên Şehidan pêk hat. Beriya merasîma biraninê deqeyek rêzgirtin ji bo têkoşerên azadiyê hat girtin. Pîşti rêzgirtinê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Sakine Kara axivî û got: "Mirov di çavê Sema de azadiyê dibîne. Em ê her dem li dû şopa doza azadiya wê bin."   Sakîne wiha dewam kir:"Heval Sema ji bo azadî û aştiya gelê Kurd canê xwe feda kir. Ew li dijî zilmê sekinî. Mirov di sekna heval Sema de bi biryar bûyînê dibîne. Heval Sema di zindanê de dimîne. Sekna xwe ya bi biryar di zindanan de jî parast.  Heval Sema tucar xeta îxanet û teslimiyetê qebûl nekiriye. Ew her dem li dijî zihniyeta dagirker sekiniye. Çalakiya heval Sema li hember xeta îxanet û teslimyetê ye.”   Pîşti axaftina Sakine Kara sinevîzyona ku li ser jiyana Sema Yuce hatibû amadekirin hat temaşekirin. Pîşti temaşekirina sînevizyonê merasîma biraninê  bi diruşmeyên “Şehîd Namirin”, “Biji Serok Apo” bi dawî bû.