Ji Salîha Aydenîz a HDP’î banga sindoqan: Divê jin ji vê desthilatdariyê xilas bin 2019-06-19 09:16:11   STENBOL - Salîha Aydenîz ya HDP’ê ji bo hilbijartinên Stenbolê bang li jinan kir ku biçin ser sindoqê û wiha got: “Jin ji bo pêşeroja xwe ji bo biryara jiyaneke ku dixwazin çawa bijîn, divê ewil ji vê hikûmeta ku polîtîkayên zayendperest derdixin, xilas bin.”   Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hilbijartina Stenbolê betal kiribû û di 23’ê hezîranê de wê dîsa gel biçe ser sindoqan. Yek ji partiyên ku xebatên xwe lez kiriye HDP ye. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz balkişand ser girîngiya hilbijartinê ya ji bo Kurdan.   Salîhayê destnîşan kir ku ew hilbijartina 23’ê hezîranê wek hilbijartinek nû nanirxînin û ev hilbijartin di esasê de di 31’ê adarê de hatiye kirin û hilbijêrên Stenbolê wê demê tercîha xwe kiriye. Salîhayê wiha got: “Gel bersiva xwe ya dixwazin çawa bên birêvebirin daye. Lê Tirkiye 17 sal in bi rêveberiyek yekparêz bi taybet jî 4 sal in bi rêveberiyek faşîzan hemû kesî di bin yek kesî de kom dike. Ji ber vê YSK’ê biryarek alîgir girtiye û hilbijartin betal kiriye. Wê di 23’ê hezîranê de biçin hilbijartinê.”   ‘Divê jin ji vê hikûmetê xilas bibin’   Salîhayê destnîşan kir ku ji sala 2002’an heta niha bi hikûmeta AKP’ê re kuştinên jinan ji sedî hezar û 400 zêde bûye, îstîhdama jinê bi giştî tune bûye û ev tişt daxuyand: “Li ser bedena jinan polîtîka tên derxistin. Divê jin ewil ji vê hikûmetê xilas bibin. Di qada cemawerî de jinên rastî şîdetê nehatine, nemaye. Her roj li kolanan bi dehan jin rastî tecawizê tên. Tên tacîzkirin û qetilkirin. Ji ber vê em bawer dikin ku wê jin di 23’ê hezîranê de biçin ser sindoqan.”