‘Divê ji bo zarokan polîtîkayên parastinê bên avakirin’ 2019-06-19 09:13:09   AMED- Endama Komeleya Şîdeta li dijî Zarokan, Ebru Engîn, diyar kir ku zarok rastî gelek cureyên şîdetê tên û wiha got: “Hemû komeleyên zarokan û Tora Hevkariya Ji bo Pêşîgirtina Şîdeta li Ser Zarokan, divê di vê mijarê de polîtîkayan ava bikin. Dîsa li Meclîsê divê Komîsyona Mafên Zarokan bê avakirin.”   Li Tirkiyeya ku îmze avêtiye bin Peymana Mafên Zarokan a Cîhanê, mixabin mafên zarokan nayê parastin. Ji ber ev xal pêk nayên şîdet, îstîsmar û karkeriya zarokan jî her diçe zêde dibe. Li gorî rapora meha Gulanê, 14 zarok hatine qetiklirin û 27 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatine. Endama Komeleya Şîdeta li dijî Zarokan, Ebru Engîn da zanîn ku mekanîzmayên der barê parastina zarokan de û rewşa zanîna mafên zarokan jî li Tirkiyeyê qels e.   Ji bo pêşgirtina li şîdetê xebat tên meşandin   Ebruyê der barê xebatên komeleyê de agahî da û wiha pê de çû: “Komele di 2012’an de hat avakirin. Em li dijî pêşîgirtina şîdeta li ser zarokan xebatan dimeşînin. Ev komele zêdetir di alî pêşxistina polîtîkayan de xebatan dimeşîne. Em çawa dikarin şîdeta li ser zarokan tespît bikin? Em dikarin çawa daneyan kom bikin? Em dikarin çawa bikin rapor? Em li ser vê nîqaşan dikin.”   Ebruyê bi lêv kir ku gelek cureyên şîdetê hene û da zanîn ku zarok rastî her cureyê şîdetê tên, li cihên ku newekhevî hebe zarok rastî şîdetê tên, bi taybet jî di qada perwerdê de pêşî li daxwaza zarok girtin jî şîdete.   Ebruyê di dawiyê de wiha got: “Ji bo şîdet rabe li şûna cezakirinê, divê nêzîkatiya ku pêşî li şîdetê tê girtin esas bê girtin û got: “Hemû komeleyên zarokan û Tora Hevkariya Ji bo Pêşîgirtina li Şîdeta li Ser Zarokan, divê di vê mijarê de polîtîkayan ava bikin. Dîsa li Meclîsê divê Komîsyona Mafên Zarokan bê avakirin.”