ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-19 09:00:07   *Zenobiya ya bi têkoşîna xwe li hember desthilatdariyê şer kiriye, ji aliyê gelek zanyar û dîrokzanan ve wiha hatiye pênasekirin:"Jina ku di hundirê xwe de bedewbûna hizir, zanyarî, felsefe û exlaq kom dikir bû Zenobiya." DÎMEN HEYE   *Jinên Stenbolê ji aboriyê heta hunerê ji veguhestinê heta ewlehiyên bajarên ku dixwazin lê bijîn vegotin û gotin li aliyekî din jî ev hemû ji xeyalan pêk tên û bajarê ku em dixwazin li wan bijîn ji xeyalên me wêde ne. BI DÎMEN   *Cara yekem Rêxistina Kongreya Star li Şehbayê perwerdeya bi navê 'Şehîd Rûken' ji bo mêran dest pê kir. Derbarê perwerdeyê de endamên Kongreya Star axivîn û gotin:"Ji bo  pêşketina civakê perwerdeya jin û mêran girîng e. Divê em ji bo serkeftin û pêşketinê her xwe perwerde bikin." DÎMEN HEYE   * Bi destên çeteyên Cebehet El-Nusra û kolberan malbatek Efrînî hatibû qetilkirin. Dayika bi navê Gulê Bekir a ku 5 kes ji malbata wê hatin qetilkirin got:" Ji malbata min 5 kes hatin qetilkirin. Ji bo ku ev tiştê bi serê min hatiye bi serê kesî din neyê bila hemû kes baldar bin û xwe li rêyên qaçax nexin. Kes ji kurdan hez nake her tim dixwazin wan qetil bikin. Her tiştî bi serê me de tînin." DÎMEN HEYE   *Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Sevîm Akdag pêngava ‘nebe tiryak, azad be’ a li dijî fuhuş, hişbir û asîmîlasyonê hatiye destpêkirin nirxand û got: “Di serî de li Kurdistanê li hemû Tirkiyeyê em ê rê nedin hişbir, fuhuş û asîmîlasyonê. Em bang li hemû ciwanan dikin ku li dora vê pêngavê bibin yek û têbikoşin.” DÎMEN HEYE   *Endama Komeleya Şîdeta li dijî Zarokan, Ebru Engîn, diyar kir ku zarok rastî gelek cureyên şîdetê tên û wiha got: “Hemû komeleyên zarokan û Tora Hevkariya Ji bo Pêşîgirtina Şîdeta li Ser Zarokan, divê di vê mijarê de polîtîkayan ava bikin. Dîsa li Meclîsê divê Komîsyona Mafên Zarokan bê avakirin.” BI DÎMEN   *Hevşaredara dema berê ya Erdîşê Dîba Keskîn 3 sal in di girtîgehê de ye. Hevşaredara HDP’î Yildiz Çetîn ya di 31’ê adarê de hat hilbijartin wiha got: “Şaredar Dîba 3 sal in girtiye. Em ê li derve xebatên xwe berdewam bikin. Projeyên wê em ê temam bikin.” BI DÎMEN   *Salîha Aydenîz ya HDP’ê ji bo hilbijartinên Stenbolê bang li jinan kir ku biçin ser sindoqê û wiha got: “Jin ji bo pêşeroja xwe ji bo biryara jiyaneke ku dixwazin çawa bijîn, divê ewil ji vê hikûmeta ku polîtîkayên zayendperest derdixin, xilas bin.” BI DÎMEN   *Dayika bi navê Koçer Hesin û keça Evîn ku ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin behsa çîroka xwe kirin. Koçer û Evîna ku ji destên çeteyan hatin rizgarkirin gotin:"Me gelekî bêriya axa xwe ya pîroz kiribûn. Li dijî tundiyê em ê her dem li berxwe bidin û axa xwe biparêzin."   *Jina bi navê Şemsa Yurtgul ku kurê wê Murat Yurtgul di komkujiya Pirsûsê de hat qetilkirin, bi hinceta di mîtîngê de axiviye, 7 sal ceza jê re tê xwestin. Rûniştina biryarê wê di 21’ê Hezîranê de bê dîtin.