Ji HDP û DBP'ê bang: Kesên hatin binçavkirin serbest berdin 2019-06-18 14:16:59   EDENE - Endamên HDP û DBP’ê, bertek nîşanî binçavkirina 35 ciwanan dan û xwestin ciwan demildest bên berdan.    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Edenê, bertek nîşanî binçavkirina endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê dan. Di daxuyaniya li avahiya partiyê hat lidarxistin de Hevserokê Bajêr Mehmet Mahsûm Erîg axivî û bal kişand ser êrîşên li dijî HDP’ê.    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew li her derê rastî polîtîkayên êrîş û teslîm girtinê yên tifaqa AKP û MHP’ê tên û ev tişt hat gotin: “Herî zêde jin û ciwan rastî van polîtîkayan tên. Li ser vî esasî hewil didin ku bi tiryak, fihûş û pişavtinê ciwanan têk bibin. Ji ber ku ciwanên vê qebûl nakin û xebata xwe ya rêxistinê bi rêve dibin, tim rastî zextan tên û tên astengkirin.”   Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku duh di sedegirtina malan de bi hincetên vala 35 endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP’e ya Edenê hatin binçavkirin û daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Em jî hişmendiya hevalên me yên xwedî dîrok, nasname û çanda xwe derdikevin terorîze dikin, şermezar dikin. Divê hevalên me yên ciwan demildest bên berdan. Em baş dizanin tu sûcê hevalên me tune ye.”