'Dijminên ku zeviyan dişewitînin ew ê negihêjin armanca xwe' 2019-06-18 09:08:29   Ronahî Nûda / Rojda Seyîdxan   QAMIŞLO - Derbarê şewata zeviyan de  ji Rêveberiya Aboriya Jinê Hûriye Şemdîn wiha got:"Heta îro jî şewata ku di erdan de derketiye, plana dijmin e û destê dijmin tê de heye. Lê em ê li dijî van planên qirêj her dem di nava têkoşînê de bin da ku dijmin negihêje armanca xwe."   Îsal li cihan şewitandina zeviyan di rojevê de ye. Li Kantona Qamişloyê heta niha 30 hezar û 700 donimên erdê aboriyê şewitiye. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Aboriya Jinê Hûriye Şemdîn axivî û got: "Îsal gelek zevî şewitîn. Di vê yekê de polîtikayên qirêj hene. Dijminên Gelê Kurd bi her awayî êrîş dikin. Loma divê em her dem hişyar bin. Dijminên ku zeviyan dişewitînin ew ê negihêjin armanca xwe."   'Endamên aboriya jinê nêzî 4 hezar dar çand'   Hûriyeyê bal kişand ser plansaziya aboriya jinê û wiha got: "Em aboriya Jinê wek naverok beş bi beş bi rêxistin dike. Yek ji wan beşan beşa çandiniyê ye.  Ji bo demê pêş di aliyê çandiniyê de amadekariyên me baş hatibûn kirin. Plansaziyên me di aliyê erdan de cuda bûn. Me bi nêzî 50 hezar donim aboriya jinê geştir kir. Zêdetir em wekî kooperatîk tev digerin. Her wiha projeyên wekî şitilgeh jî hatibû  avakirin. Endamên aboriya jinê nêzî 4 hezar dar çand."   'Li Kantona Qamişloyê 30 hezar û 700 donim hatiye şewitandin'   Hûriyeyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser plana dijminên Kurdan û wiha axaftina xwe dom kir: "Ceh, genim, nîsk û nok hatibû çandin û planê dijmin wek mijara şewatê derket pêş. Heta îro jî şewata ku li erdan de derketiye, planê dijmin e û destê dijmin tê de heye. Li Kantona Qamişloyê nêzî 30 hezar û 700   donim heta niha hatiye şewitandin. Li Kantona Hesekê jî şewat  berdewam dike û hêjmara erdên ku şewitîne ne diyar e."   'Li hember planên dijmin em ê xwezayê geş û şîn bikin'   Hûriyeyê di berdewamiya axaftina xwe de qala amadekariyan kir û wiha got:" Heta astekê wek aborî me xwest rê li ber van şewatan bigirin lê ev şewat zêde bû. Siyaseta dewletan bi listokek biçûk zerarek mezin da erdan. Em wek gelê Rojava çiqas şiyar bin jî kêmasiyek hat jiyîn. Hin tişt derveyî vîna mirovan derdikeve pêş. Di dîroka Rojava de  şewatek wiha zêde li erdan derneketibû pêş. Hezar û hefset donimê Aboriya Jinê hat şewitandin. Zerarek madî hate çêkirin, lê belê ew nabe sedem ku em hêza xwe kêm bikin. Çiqas planê dijmin hebe jî em ê li hember planên wan xwezayê geş û şîn bikin."   'Em ê tedbîrên xwe yên li dijî şewatê zêdetir bikin'   Hûriyeyê wiha dewam kir: "Em weke jin gelek ked didin û em ji perspektifên Rêber Apo yên li ser aboriya jinê hêzê digirin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî dijmin zêdetir bikin. Bandora şewatê wek dil êşekê di civakê de ava kir, lê wek hêza jinê di nava aboriyê de hîn xurtir bûye. Çiqas agir pêkeve jî em gelê xwe birçî nahêlînin. Em ê jinê di aliyê zanebûnê de xurt bikin. Me ked dabû lê ew mijara şewatê êşek çêkir lê zanebûnek jî ava kir. Em ê tedbîrên xwe yên li dijî şewatê zêdetir bikin."   'Çiqas erdê me bişewite jî em ê herdem xurt nêz bibin'   Herî dawî Hûriyeyê qala hêza jinê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di Aboriya Jinê de, dijmin nikare derbeyekê li me bixe. Çiqas erdê me bişewite jî em ê her dem xurt nêz bibin. Ji ber ku jin di aliyê siyasetê de dijminê xwe baş nas kiriye. Jinê di warê leşkeriyê de arteşek jinan ava kir. Di vê şewatê de artêşa jinê xwe davêtin agir û zarokên xwe û erdên xwe diparastin. Çiqas erdê me bişewite jî em ê her dem xurt nêz bibin, tiştek nikare hêz û vîna me bişkîne."