Qeyûmê Qoserê bi 108 hezar TL yî 14 heb kursiyên merciyê girt 2019-06-18 09:05:19   MÊRDÎN - Li Şaredariya Qoserê ku bi deynên hatiye hiştin ji rojevê nakeve, hat hînbûn ku di dema qeyûm de di rojekê de bi 108 hezar TL yî 14 kursiyên meciyê hatiye girtin.   Şaredariya Qoserê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de bi dengekî rekor ya ji sedî 74 şûnde hat girtin. Piştî şaredarî hat girtin rewşa deyn û lêçûnên di pêvajoya qeyûm de hatine kirin derketin holê. Ji Karwanê Hêştiran, heta Ala Tirk, û peykerên hespan, bi xebatên dişibin şaredarê Enqereyê Melîh Gokçek ji rojevê de neket û ji bilî heştir û peykaran bi hezaran lêçûn hatine kirin û yek ji van jî lêçûnên ji bo kursiyên merciyê ne.   Bi giştî 24 mîlyon deyn!   Qeymeqam Ahmet Odabaşi ku ku wek qeyûm tayîn bû,  sê salan 24 mîlyon û 997 hezar û 935 TL deyn hişt. Piştî dayîn bû dora şaredariyê bi dîwarê çar metre dorpêç kir û  di vê pêvajoyê de lêçûnên herî zêde ji bo ewlehiya xwe û mîvanhewandinê  xerc kiriye.   Derket holê ku qeyûmê ji bo xebatên peyker û her wekê din bikar aniye ji bo kursiya merciyê jî  xerc kiriye. Di heman rojê de di 2’ê Çileyê 2018’an de ji bo 14 kursiyên merciyê teka wan bi 7 hezar û 784 TL hatiye girtin.   Di pêvajoya qeyûm de lêçûnên hatine kirin:   *Kirêkirina wesayîtan: Mîlyonek û 521 TL    *Navendên Hanimelî û jiyanê: 3 hezar û 900 TL   *Xwarin û vexwarin: 985 hezar   *Kirêkirina hewzê: 380 hezar   *Kolana zarokan: 65 hezar   *Kolana aramiyê: 66 hezar   *ji bo xwendekaran tîşort: 63 hezar   *Karwana hêştiran: 144 hezar   *Kaniya îkramê: 52 hezar û 673 hezar   *Peykerê Şerbetçî: 61 hezar û 218 TL   *Mîvanhewadina temsîlî: Mîyonek û 400 hezar   *Motîfa genim û ekrana led: 398 hezar   *Kolana hunerê: 76 hezar   *Ji bo ewlehiyê lêçûn: 880 hezar   *tamîrata avahiyên xizmetê û dibistanê: 3 mîlyon 700 hezar TL   *Nîşandana şanoyê: 850 hezar TL   Giştî: 14 mîlyon û 511 hezar û 891 TL   Deynên ji qeyûm dewr hatin girtin:   *Deynê esnafan: 6 hezar û 264 lîra û 82 kuruş   *Sazî û lijneyên cemawerî (SGK, DÎKA, sindoqa teqawîtbûnê, daîreya bacê): 18 mîlyon û 733 hezar û 853 TL.   Giştî : 24 mîlyon û 997 hezar û 935 TL.