Birûskê li Dêrsimê da: Jinekê jiyana xwe ji dest da 2019-06-17 15:55:36   DÊRSIM - Li Pulûrê di encama vedana birûskê de jinekê jiyana xwe  ji dest da.   Li navçeya Dêrsimê Pulûrê birûskê li konekî da û di encamê de jinekê jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin di bûyera ku li Zozanê Kocasorê pêk hat de hat aşkerakirin ku jina 50 salî Pamuk Çelîk di konê ku birûskê lê da dima û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.     Tîmên tendirustiyê ku hatin cihê bûyerê cenazeyê Pamuk rakirin Morga Nexweşxaneya Entegreyê ya Pulûrê. Hat ragihandin ku wê cenazeyê Pamukê ji bo optopsiyê bişînin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.