Dê jinên Hatayê ji bo Berfînê konsera piştevaniyê li dar bixin 2019-06-17 11:35:57   HATAY - Avakariya Yekîtiya Jinên Hatayê bi dirûşma "Em bi Berfînê re di nava piştevaniyê de ne, em li dijî tundiyê piştevaniya xwe xurt dikin" dê saet di 20.00'an de li Sumer Amfî Tiyatroyê konserê li dar bixe.    Li Navçeya Îskenderûna Hatayê Berfîn Ozek a 19 di 15'ê Çile de dema ji fêrgehê derdiket û diçû mala xwe ji aliyê mêrê bi navê Ozan Çeltik ê ku Berfîn jê veqetiya bû, bi êrîşa sulfurîk asîtî rû bi rû hat hiştin. Berfîna ku li 3 mehî li Nexweşxaneya Edeneyê tedawî dît çavên wê yê rastê kor bû. Çavên wê yê çepê jî ji sedî 50 dibîne. Jinan ji bo emeliyata Berfînê dest bi kampanyaya piştevaniyê kiribûn.    Avakariya Yekîtiya Jinên Hatayê bi dirûşma "Em bi Berfînê re di nava piştevaniyê de ne, em li dijî tundiyê piştevaniya xwe xurt dikin" dê saet di 20.00'an de li Sumer Amfî Tiyatroyê konserê li dar bixe. Avakariya Yekîtiya Jinên Hatayê bangewaziya xurtkirina piştevaniya ji bo Berfînê kir.    'Jin hene'   Endamên Avakariya Yekîtiya Jinên Hatayê derbarê konserê de agahî da û anîn ziman ku ji bo rewşa Berfînê di rojevê de bimîne û piştevaniya ji bo wê xurtir bibe wan xwestiya konserê li dar bixin û wiha gotin:"Di şexsê Berfînê de em ê li dijî tundiya li ser hemû jinan têbikoşin. Bi vê çalakiyê em ê careke din dirûşma "Jin bi hev re bi hêz in" berz bikin. Jin hene."