Li Taxa Şêx Meqsûdê hemleya paqijiyê dest pê kir 2019-06-17 11:22:39   HELEB - Îro Şaredariya Taxa Şêx Meqsûdê bi  alîkariya Mecilîsa Tendirustiyê û xebatkaran bi tevlîbûna şêniyên taxê dest bi paqijkirina taxê kirin.   Îro Şaredariya Taxa Şêx Meqsûdê bi  alîkariya Mecilîsa Tendirustiyê û xebatkaran bi tevlîbûna şêniyên taxê dest bi paqijkirina taxê kirin. Welatiyên taxê alavên paqijiyê girtin û dest bi paqijiyê kirin.    Em taxa xwe ji nexweşiyê biparêzin    Yek ji endamên şeredariya Taxa Şêx Meqsûdê ya Bajarê Helebê  Nejile Şêx Kêlo diya kir ku armanca despêkirina hemleya paqijkirinê ew e ku mirovan ji nexweşiyan biparêzin û wiha got: "Em taxa xwe ji nexweşiyan biparêzin û nehêlin ku belav bibin. Paqijî di heman demê de ji bo tenduristiya mirovan jî baş e."   Paqijî mirovan ji nexweşiyê diparêze   Yek ji dayikên ku tevlî hemleya paqijiyê bû Emîne Husên  got: "Divê her mirovek ji xwe dest pê bike wê demê wê tax hemû paqij dibe. Ev hemle ji bo paqijkirina taxê gelek girîng e û mirov ji nexweşiyan diparêze."   Piştî Taxa Şêx Meqsûdê ew ê hemleya paqijiyê li Taxa Eşrefiyê dewam bike.