Dayik ên girtiyên li Gebzeyê çûn serdana Havva Gezen 2019-06-16 16:28:50   AMED - Li ser navê xizmên girtiyên Stenbolê Dayikên girtiyên li Gebzeyê hatin Amedê. Xizmên girtiyan dayika Zulkuf Gezen, Havva Gezen ziyaret kirin û gotin:"Em ji we û ji zarokên we lêborînê dixwazin. Heger em hîn zû daketan qadan dê Zulkuf Gezen şehîd neba."   Xizmên girtiyan ên ji bo zarokên xwe yên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê di greva birçîbûnê û di rojiya mirinê de bûn, her roj li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Gebzeyê nobet digirtin, hatin Amedê.     'Zulkuf navê xwe di dîrokê de nivîsand'   Dayika Zulkuf Gezen, Havva Gezen malbat li ber derî pêşwazî kir. Di serdema serdanê de ji dayikên Gebzeyê Sultan Bozkurt got:"Di dema grevên birçîbûnê bêdengî hebû. Ji bo zarokên xwe me gotin em ê çi bikin. Me bi daxuyaniya li saziyan dengê xwe neda bihîstin. Em jî derketin qadan. Em ji we û ji zarokên we lêborînê dixwazin. Heger em hîn zû daketan qadan dê Zulkuf Gezen şehîd neba."   Havva Gezen jî anî ziman ku ew her çiqas jî êşê dikişîne ew bi lawê xwe serbilind e û ji girtîyên li girtîgehê slav şand.    Goristan hat ziyaretkirin   Piştre dayik çûn Goristana Yenikoyê û gora Zulkuf Gezen û gorên kesên di doza têkoşîne de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. Dayikên ku li ser gora Zulkuf sirûda "Hernepêş" xwendin dirûşmên "Şehîd namirin" berz kirin. Dayikên ku dua kirin kulîlkên li ser gorê av dan.    Dayikan HDP jî ziyaret kirin   Piştî serdana li ser goristanê dayikan HDP jî ziyaret kirin. Malbat ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik ve hatin pêşwazîkirin.   Dayikên Gebzeyê dê sibehê biçin Mêrdînê û dayikên girtiyan ziyaret bikin.