Serê Avşîna ji pêlekên koguşê ket, derizî 2019-06-16 09:09:43   MÊRDÎN - Pitika bi navê Avşîn a bi dayika we re 7 meh e di girtîgehê de ye û di bin çermê serê wê de tumor heye û nayê dermankirin, hat hînbûn ku ji pêlekên girtîgehê de ketiye û di serê wê de derizîn çêbûye.   Hulya Usanmaz a li navçeya Artuklu ya Mêrdînê dijiya, bi îdiaya ‘endamatiya rêxistinê’ hat darizandin û 6 sal û 7 meh ceza lê hat birîn û di meha Kanûnê de şandin girtîgehê. Hulya ku hevserokatiya HDP’a Artukluyê ya Mêrdînê dikir, 3 zarokên wê hene. Hulya ku şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, neçar ma keça xwe ya yek salî Avşînê jî ligel xwe bibe. Avşîn ji welîdînê de di bin çermê serê wê de tumor (hemanjîom) heye û hat hînbûn ku meha Kanûnê de nexweşiya wê li girtîgehê giran bûye.   Serê wê derizî   Avşîn a 7 mehe bi dayika xwe re li girtîgehê dimîne, hat hînbûn vê hefteyê ji pêlekên koguşê ketiye. Avşîn a di serê wê de derizîn çêbû li revîna girtîgehê mudaxaleya ewil hat kirin. Piştre bi ambulansê birin nexweşxaneyê. Dayika Avşînê ya ligel wê çû nexweşxaneyê di ambulansê de ligel ku keça wê hembêza wê de bû, xwestin destê wê kelepçe bikin. Hulyayê got ‘ez bi keça xwe digirim, hûn kelepçe bikin ez nikarim bikim hembêza xwe’ û bertek nîşan da. Hat hînbûn ku xebatkarên tenduristiyê der barê cendermeyên ku di kelepçekirinê de israr kirine, girtek girtine.   Mehek cezayê hevdîtinê dan Hulyayê   Di lêpirsîn hat vekirin de Hulyayê bi sifata muştekî îfade da û hat destnîşan kir ku piştî dermankirina Avşînê ew ji nû ve anîne girtîgehê. Avşîn ligel qezeya derbas kiriye, ji ber nexweşiya wê rûyê wê diwerime û sor dibe. Hulyayê berê jî ji bo dermankirina keça xwe daxwazname dabû lê dozgeriyê red kiribû.   Her wiha hat hînbûn ku mehek cezayê hevdîtinê dane Hulyayê.