Bi pêşengiya Hevserokê Şaredariya Licê derdora Birqleynê hat paqijkirin 2019-06-16 08:51:54   AMED - Li Şikeftên Birqleynê yên dîrokî bi pêşengiya Hevserokê Şaredariya Licê Tarik Mercan, xebatkarên şaredariyê paqijiya hawirdorê kirin.   Li Şikeftên Birqleynê yên dîrokî yên Navçeya Licê ya Amedê bi pêşengiya Hevserokê Şaredariya Licê Tarik Mercan, xebatkarên şaredariyê paqijiya hawirdorê kirin. Mirovên ku ji bo gerê hatibûn Şikeftên Birqleynê jî ji hevserokê şaredariyê û xebatkarên wê feyz girtin û wan jî çop dan hevdu.