Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Em ê yekîtiya xwe ava bikin, heza xwe bikin yek 2019-06-15 14:31:04   QAMIŞLO - 1'emîn Kongreya Damezrîner a Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Suriyê bi tevlîbûna 150 delegeyan pêk hat. Jinan di encamnameya kongreyê de wiha gotin: "Hêj şoreşa jinê bi dawî nebûye. Ji ber ku jin hêj tên kuştin, şîdeta li hemberî jinê didome, bi zorê tên zewicandin û ji mafan bê par têne hiştin. Divê jinek bê rêxistin nemîne."   1'emîn Kongreya Damezrîner a Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Yekîtiya jinên azad mîsogeriya Sûriya demokratîk e" bi tevlîbûna 150 delegeyên ji rêxistinên jinan ên partiyên siyasî, saziyên sivîl, nûnerên meclîsên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 14‘ê hezîrana 2019‘an hat lidarxistin. Her wiha rêxistinên jinan ên Sûriyê, Rojhilatê Kurdistanê  û Herêma Federal a Kurdistanê tevlî kongreyê bûn. Dîsa jinên ku ji Ewropa û Emerîkayê jî hatin wekî mêvan beşdarê kongreyê bûn. Kongre li hola Beylesan a navçeya Amûdê ya girêdayî bajarê Qamişloyê herêma Cizîrê pêk hat. Jinên kurd, ereb, sûriyan, çerkes, ermenî, kildan û tirkmen bi cil û bergên xwe yî gelêrî tevlî kongrê bûn.    Mijarên girîng hatin nîqaşkirin   Di kongreyê de gelek mijarên girîng hatin nirxandin. Nûnerên saziyan û siyasetmedarên jin di kongreyê de nêrînên xwe anîn ziman. Her wiha rapora Komîteya Amadekar a Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêziknameya meclîsê ji aliyê endama Komîteya Amadekar Sîham Emoka ve hat xwendin. Li gorî nêrîn û pêşniyarên beşdaran hin bendên wê hatin guhertin.   Hevdu xelat kirin   Tevgera Goran û Yekîtiya Jinên Kurdistanê xelat pêşkêşî Kongreya Star a ku kongrê li dar xistiye kir. Her wiha Kongreya Star heyetên ji Başûrê Kurdistanê hatine yên wekî Partiya Azadî, Tevgera Goran, Rêxistina Zerdeştî ya Kurdistanî, Partiya Torî Haboşî, Tevgera REPAK û çalakvana serbixwe Şirîn Dorî  xelat kirin.    Ji bo koordînasyonê 17 kes hatin hilbijartin   Di kongreyê de endamên koordînasyonê hatin hilbijartin. Jorjet Yaqûb, Ebîr Hesaf, Lemiya Xelo, Xewla El-Îsa, Zozan Mustefa, Stêra Qamsim, Necla Temo, Duha El-Fiteyih, Nalîn Reşo, Asya Abdullah, Jiyan Hisên, Sîham Emoka, Mizgîn Zêdan, Narîn Metînî, Buseyna Gêlo, Bêrîvan Hisên û Nusra El-Ebaka ji bo meclîsa 17 kesî pêk dihatin hatin hilbijartin.   'Jiyaneke hevbeş ava bikin'   Di dawiya kongreyê de encamname ji hat aşkerakirin. Encamname ji hêla endama Komîteya Amadekar a Kongreyê, Stêra Qasim ve hat xwendin.   Encamnameya 1'emîn Kongreya Damezrîner a Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:    " *Kongrê wekî gaveke dîrokî di şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hat binavkirin ku ev 8 sal in hatiye avakirin.   * Di kongrê de hat diyarkirin ku ev meclîs wê roleke mezin di projeya veguhertina demokratîk a civaka me de bilîze ku em hewcedarî wê ne.    * Beşdaran îşaret bi wê kirin ku ev meclîs wê bibe mînareya hevbeş ji bo hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku jin dozên xwe nîqaş bikin û bi rêbazên eqilane û vîna hevbeş çareser bikin.   * Hêj şoreşa jinê bi dawî nebûye. Ji ber ku jin hêj tên kuştin, şîdeta li hemberî jinê didomin, bi zorê tên zewicandin û ji mafan bê par têne hiştin. Lewra divê em yekîtiya xwe bi rêxistin bikin û hêza xwe bikin yek. Bila yek jîn jî ji fikir û azadiya exlaqê mehrûm nemîne û bê rêxistin nemîne.   * Meclîs di pêvajoya li pêş de wê xwedî du mîsyonên sereke bin. A yekem; Parastina destkeftiyên gel û jinan, mîsogeriya beşdarbûna jinan di destûra Sûriyê ya siberojê de. Ya deyem; Xurtkirina zanist, exlaq, azadî û hevjiyana azad di civakê de bi rêya têkoşîna fikirî, civakî, siyasî ya hevbeş e.   * Wê bi hêz û israra xeta şehîdan jiyaneke birûmet û hevbeş ava bikin."