TJA: Parêzer Nesrîn Sotudeh divê were berdan 2019-06-15 12:21:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Azad xwest ku parêzer Nesrîn Sotudeh, parezvana mafê mirovan ku li Îranê girtiye, divê were berdan.   Tevgera Jinên Azad (TJA), bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser rewşa parêzer Nesrîn Sotudeh ku 38 ceza lê hatiye birîn. Di daxuyaniyê de jinan bang kir ku divê her kes xwedî li Nesrînê derkeve.   Tevgera Jinên Azad, di daxuyaniya nivîskî de destnîşan kir ku jinên ku li dijî pergala zextê û newekheviyê serî radikin bi cezayên herî giran re rû bi rû dimînin û wiha got: "Ji ber ku jinên ku li dijî destmalê çalakî dikirin û siyasetmedarê muxalîf diparast, 38 sal cezayê girtîgehê û 148 qamçî li parêzer û parêzvana mafê mirovan Nesrîn Sotudeh hate birîn.''   Di daxuyaniya Tevgera Jinên Azad banga piştgiriya kampanyaya îmzeyan hat kirin û wiha hat diyar kirin: "Em xwedî li têkoşina jinên li Rojhilata Navîn derdikevin. Ji ber ku li dijî zext û êrîşên hişmendiya zilam disekinin. Em piştgiriyê didin kampanyaya îmzeyê ya bi navê 'change.org' a ji bo Nesrîn Sotoudeh. Em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin kampanyayê. Nesrîn bê şert û merc demildest divê were berdan.''