Polisan di seri de derî şikandin û piştre jî 'lêborîn' xwestin 2019-06-15 11:12:00   AMED - Polisên ku li Amedê bi ser malekê de girtin, pêşî deriyê malê şikandin û paşê jî gotin "bibore şaştî bû" û ji malê veqetiyan.    Li navçeya Peyasê ya Amedê polisan berbanga sibehê bi ser malekê de girtin, li gel ku xwediyê malê xwe bi wan da nasîn û ji bo vekirina derî dem ji wan xwest jî polisan deriyê malê bi balyozan şikandin. Di vê kêliyê de xwediyê malê ku hewl da derî li polisan veke ji beşên cûda yên laşê xwe birîndar bû.    Polisan piştî ku derî şikandin û welatiyê bi navê Suleyman Çakir ku lê digeriyan nedîtin, ji xwediyê malê "lêborîn" xwestin û ji malê veqetiyan. Balkêş e polisan li gel ku deriyê malê bi balyoz şikandin jî beriya ji malê veqetin girteka ku "zerar negihîştiye malê" bi xwediyê malê dan îmzekirin.