Mêr li dijî şîdeta li ser jinan dadikevin kolanan 2019-06-15 09:20:29   AMED - Mêr li dijî şîdet û kuştinên jinan li Amedê pêngava yekem davêjin û dadikevin kolanan. Mêran wiha got: “Ger îro hîna kuştinên jinan berdewam dikin, sedema vê em in. Mijarek civakî ye û berteka civakî pêwiste.”   Sedema herî mezin a şîdet, tacîz, tecawiz û kuştinên jinan polîtîka bêcezabûnê ye. Heta niha jinan li qadan bertekên xwe anîn ziman û niha jî di 16’ê hezîranê de mêr wê li dijî hevzayendên xwe dakevin kolanan û çalakiyê pêk bînin. Mêran da zanîn ku divê mêr rexnedayîna xwe bidin û diyar kirin ku kuştinên jinan pisgirêkeke civakiye.   ‘Divê mêr vê ferasetê mahkum bikin’   Hevsrokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan diyar kir ku li Amedê di meha dawî de 3 jin hatine qetilkirin û wiha pê de çû: “Ji bo hestiyariya civakî bê afirandin û wek mêr vê zîhniyetê mahkum bikin, em ê çalakiyê pêk bînin. Peyamek me ya ku divê em bidin xwe û civakê heye; Kuştinên jinan ne mijareke ku divê tenê jin proste bikin. Ev mijarek civakiye û berteka civakî pêwiste. Ev pirsgirêka mêr û dewletê ye. Beriya her tiştî divê mêr rexnedayîna xwe bidin û vê ferasetê mahkum bikin. Divê hemû mêr li dijî kuştinên jinan têbikoşin. Şîdet û kuştinên li hember jinan tiştekî nayê qebûlkirinê ye. Jin jiyan bixwe ye û jiyanê diafirîne. Ji ber vê destê dirêjê jinê dibe dirêjê civakê dibe.”   ‘Em dikarin hişmendiyek civakî biafirînin û vê çareser bikin’   Zeyyat di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji vir şûnde divê mêr ji jinan zêdetir li qadan li dijî tacîz, tecawiz û her cureyê şîdetê têbikoşe û ev tişt daxuyand: “Em dikarin hişmendiyek civakî biafirînin û bi serkevin. Divê em di çarçoveya wekheviya zayendî de ferasetekê serdest bikin. Divê em li dijî jinan û civakê rexnedayîna xwe bidin. Berdewamkirina qetilkirina jinan ya di roja îro de, berpirsyariya me ye. Divê em bi giştî bertek nîşan bidin.”   ‘Şîdet û kuştinên jinan xwedî bingeheke îdeolojîk e’   Hevserokê DBP’a Amedê Garîp Kandemîr jî balkişand ser zêdebûn û berdewamkirina şîdet û kuştinên jinan û divê li dijî vê tiştek bê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em mêr divê li dijî hevzayendên xwe têbikoşin. Şîdeta li ser jinan û kuştinên jinan xwedî bingeheke îdeolojîk e. Têkoşîna azadiyê têkoşîneke hebûnê ye. Qirkirina jinê ya mijara gotinê ye xwedî paşerojeke 5 hezar saliye. Ji Tîamat heta roja îro, mêran ji bo desthilatdariyê şîdet li jinan kiriye û kuştin pêk aniye. Ji bo em dawî li vê bînin divê em têkoşîna xwe zindî bihêlin. Şîdet, tacîz û tecawiza li hember jinê îdeolojîke. Ji ber vê jî divê hem têkoşîna îdeolojîk û hem jî ya polîtîk hebe. Divê em li dijî şîdet û kuştinan refleksek civakî nîşan bidin. Ji ber vê em ê pêgava yekem roja Şemiyê li Parka Koşuyolu pêk bînin û em ê bi mêran re bên cem hev. Em bang li hemû mêrên Amedê dikin ku bila bên li dijî vê şîdetê û kuştinan refleksa civakî nîşan bidin.”