'Em ê bibin hêviya tevahî jinên heta niha rastî şidetê tên' 2019-06-15 09:10:29   Rojda Seyidxan-Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Endama Rêveberiya beşa Hawara Jinê di derbarê  armanca vekirina buroya vê beşê de da zanîn ku ji bo tundiya li ser hemû jinan bi dawî bibe me dest bi xebatek wiha kir û wiha got:"Yek ji mijarên girîng di qada civakî de parastin e. Parastina nirxên civakê ya ji her cûreyên êrîşan girîng e. Dema em dibêjin nirxên civakê di destpêkê de jin tên bîra me. Jina pêşeng a ku rastî her cureyên tûndiyê tê. Rêxistinbûyin çiqas xurt bibe dê ewqas tundî bi dawî bibe."   Ji bo parastina mafê jinê, tundiya li dijî jinê û alîkariya jinê li Qamişloyê Buroya Hawara Jinê hat vekirin. Têkildarî mijarê Endama Rêveberiya Beşa Hawara Jinê Medya Xelîl nirxandin kir.    'Armanca Beşa Hawara Jinê rakirina tûndiyê ya li ser tevahî jinan e'   Medya  derbarê avakirina buroya Hawarê de wiha got: "Berî niha ji bo vekirina buroya Hawara jinê ya ji bo Bakur û Rojhilatê-Sûriyeyê amadekariya me hebûn. Gelek caran jin rastî tûndiyê dihatin. Fikrê vekirina vê beşê girîng bû. Îro em di nava şoreşekê de dijîn, lê heta niha em nikarin bêjin ku tundî  li ser jinê bi dawî bûye.  Avakirina hêzên parastina jinê ew e ku hemû rengên tundiyê yên li ser jinê bi dawî bibe. Armanca beşên me jî ew e ku em bi hawara tevahî jinan ve biçin."              'Em amade ne di her demê de xizmeta jinan bikin'   Di berdewamiya axaftina xwe de Medya da zanîn ku di her wextî de jinên ku rastî tûndiyê werin dikarin li me bigerin û wiha axftina xwe bi dawî kir: "Divê em jin bi xwe xwedî li hev derbikevin. Dema îro jinek rastî tundiyê were erka me hemû jinan em wê jinê biparêzin. Hejmarên me yên awarte hene û em amade ne di her wextê de  xizmeta jinan bikin. Ji bo jiyaneke aram em bi hev re li dijî tundiyê rabin. Baweriya me heye ku em ê xwedî li hêviya hemû jinan derkevin. Em ê bibin hêviya tevahî jinên heta niha rastî şidetê tên."