ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-15 09:00:00   *Jinên ku tevlî Kooperatîfên Çandiyê bûbûn dest bi çandiniya demsalê kirin. Jinan diyar kirin ku xebatê wan pir serkeftî derbas dibe û dijmin nikarîbû îradeya wan bişkîne û gotin: "Bi dostanî û xebatên jinan ên bi hev re, em gihaştin armanca xwe." DÎMEN HEYE   *Piştî ku DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kir şûnde gelek kes li Çiyayê Serdeştê bi cih bûn. Tevî hemû zehmetiyan kesên ji ber êrîşên DAÎŞ'ê li Çiyayê Serdeştê bi cih bûbûn niha di çadiran de têkoşîna jiyanê didin. Jinên ku di çadiran de têkoşîna jiyanê didin wiha gotin:"Têkoşîna me didome. Tevî hemû zehmetiyan em li berxwe didin."  DÎMEN HEYE   *Dayikên berxwedêrên azadiyê yên ku li Şehbayê bi cih bûne di derbarê êrîşên dewleta Tirl ên li ser xaka Rojava û Başûr de axivîn û gotin: "Bi rihê gelê Şêledizê gelê kurd wê serî li hember dagirkeriyê hildin." DÎMEN HEYE   *Endama Rêveberiya beşa Hawara Jinê di derbarê  armanca vekirina buroya vê beşê de da zanîn ku ji bo tundiya li ser hemû jinan bi dawî bibe me dest bi xebatek wiha kir û wiha got:"Yek ji mijarên girîng di qada civakî de parastin e. Parastina nirxên civakê ya ji her cûreyên êrîşan girîng e. Dema em dibêjin nirxên civakê di destpêkê de jin tên bîra me. Jina pêşeng a ku rastî her cureyên tûndiyê tê. Rêxistinbûyin çiqas xurt bibe dê ewqas tundî bi dawî bibe."  DÎMEN HEYE   *Mîhrîcana Zarokên Sûrê bi bername û çalakiyên cûr bi cûr bi dawî bû. Di mîhrîcanê de zarokan hestên xwe parvekirin û bi kêyfxweşî tevlî mîhrîcanê bûn. Yeter Eren Tuma, Rezan Kaya, Zeycan Ataş, diyar kirin ku wekî zarokan ev jî pir kêyfxweş bûnê û daxwaza domandina çalakiyên bi vî rengî kirin. BI DÎMEN   *Tirkiyeya ku 10 sal in goşt îthal dike, di mijara hilberîna şîr de jî di nav welatên cîhanê de di rêza dawî de cih digire. Hilberînerên şîr yên lêçûna êmê îthal jî nikarin bidin, çareyê bi firotina sewalan dibînin. BI DÎMEN   *Pispora Çandiniyê Goknur Yumuşak diyar kir ku di salên pêş de wê şerên av û tov li cîhanê derkevin û dibe ku hewayek paqij û avek paqij li cîhanê nemîne, divê li her derê cîhanê parêzvanên jiyanê bibin yek. BI DÎMEN   *Mêr li dijî şîdet û kuştinên jinan li Amedê pêngava yekem davêjin û dadikevin kolanan. Mêran wiha got: “Ger îro hîna kuştinên jinan berdewam dikin, sedema vê em in. Mijarek civakî ye û berteka civakî pêwiste.” BI DÎMEN   *Li Nisêbînê ku piştî qedeyê di bin navê ‘ewlehiyê de’ bi qerekol û kamerayên mobesayê her der tê şopandin. Ciwanê bi navê T.H. da zanîn ku bikaranîna hişbirê nayê dîtin û got ew jî niha derman dibe û wiha got: “ Divê demildest navendên ciwanan ên ku ciwanan perwerde dikin bikevin meriyetê.” BI DÎMEN