17'e jin ji bo Koordinasiyona Meclisa jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat hilbijartin 2019-06-14 17:07:05   QMAIŞLO - Yekemîn Kongreya Damezrîner a Meclisa Jin a Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê 17 Koordinasiyon ji bo Meclisa Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê hiljbartin.   Yekemîn Kongra Damezrîner a Meclisa Jin a Bakûr û Rojhelatê Sûriyeyê bi dirûşma " Yekîtiya Jinên Azad misogeriya Sûriyeya Demokratîk e", li hola Beylesan a naveçya Amûdê girêdayî bajarê Qamişloyê herêma Cizîrê dest pê kiribû. Bi tevlîbûna tevahî jinên ji netewên Bakûr û Rojhelatê Sûriyeyê û şandeyên ji dervî Sûriyê ji şandiyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatibûn kongre hat lidarxistin.  Yekîtiya Jinên Azad û Tevgera Goran xelat diyarî Kongreya Star kirin. Bi hilbjartina 17 Koordinasiyonên jinê Meclis a  bakur û Rojhelatê Sûriyeyê bi dawî bû.   Koordinasiyona Meclîsa Bakur û Rojhelatê Sûrieyeyê ku di Kongreyê de hat hilbijartin wiha ye, 5 jin ji partiyên Siyasî, yek serbixwe, yek Sûriyan, yek şehba, du kes Kongreya Star, Rêxistinên jin 4, Meclis û herêmên rizgarkirî 3 jin.   Kongre bi xelekên govendên gelêrî bi dawî bû. Tê payîn ku piştre encamnameya Kongreyê were dayîn.