'Jinên Enternasyonel çavakaniya xwe ji rêxistinbûyîna jinên Rojava digirin 2019-06-14 16:02:54   Civîn Husên - Rûken Goman   QAMIŞLO - Jinên Tevlî Kongreya Damezrîner a Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn gotin: "Têkoşîna jinan demdirej e. Li Rojava ev têkoşîn dest pê kir û bandor li hemû cîhanê kir."   Kongreya Damezrîner a Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê ku bi dirûşmeya "Yekîtiya jinên Azad mîsogeriya Sûriyeya Demokratîk e", li hola Beylesan a Navçeya Amûdê hat li darxisitn, bi tevlîbûna bi sedan jinên ji hemû Netewên li Sûriyeyê ji Partî, rêxistin û komeleyên cuda, her wiha şandeyên jin ji Başûr û Rojehelatê Kurdistanê  û Ewropayê amede bûn. Jinên tevlî Kongreyê bûn nerînên xwe  parve kirin.   'Ev kongreya jinê ji bo jinên têkoşer bi wate û bi nirx e'   Nûnera Komeleya Azadî ya jinên Rojhilat Mizgîn Rojhelat kêfxweşiya xwe ji tevlîbûna kongreyê re anî ziman û got: "Ev kongreya ji bo jinên her çar parçeyên Kurdistan û Cîhanê gelekî giring e û bi taybet ji bo jinên têkoşer bi wate û bi nirx e. Divê hemû jin têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê didome bibînin. Li Kurdistanê têkoşîna ji bo maf û wekheviyê demdirêj e. Têkoşîn û berxwedanek pir xurt pêwîst e, ez gelek kêfxweş bûm ji bo kongreyê ku ewqas jin li hev kom bûne û ji bo mafê jin û azadiya wê têbikoşin."   Kêfxweş im ku guhertin û veguhertina jinên Rojava û rêxistina wan dît   Jina Enternasiyonal a ji Elmandiyayê Sara Cedir wiha got: "Ez hatim tevlî vê kongreya dîrokî bibim, ez gelek kêfxweş im ku ez li vir im di vê dema giring de,  ji ber ku hemû jin ji hemû pêkhate û olan kom bûne ji bo meclisa xweyî hevpar ava bikin. Ji bo min tevlîbûna Kongreyê girîng e , ji ber ku ez çend meh li Rojava mam û ez kêfxweş im ku min guhertin û veguhertinên rêxstinên jinan dîtin. Bi taybet çawa tevahî netew kurd, ereb, êzîdî, sûriyan, aşûrî bi hev re kar dikin, tiştek gelek balkêş e. Xweş e ku em wek jinên enternasyonalîst tevlî bibin, di vê pêvajoyê de. Em dikarin gelek tiştan ji van jinan fêr bibin û vê yekê li cîhanê mîsoger bikin. Jinên Enternasyonel çavakaniya xwe ji rêxistinbûyîna jinên Rojava digirin."