Buroya Hiqûqê ya Asrînê peyama Abdullah Oclan parve kir 2019-06-14 13:51:39   STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzerên xwe ya 12'ê Hezranê de derbarê grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ku hatin bidawîkirin de di peyama ku şand de wiha got: "Li gorî hêvî û hîskirina min, di wê baweriyê de me ku wê pêvajo encamên erênî bi xwe re bîne."   Parêzerên Buroya hiqûqê ya Aserînê  Rezan Sarica û Neweroz Uysal, di 12'ê Hezîranê de li Îmraliyê cara 3'emîn bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Buroya hiqûqê derbarê hevdîtina ku hat kirin de daxuyaniyeke nivîskî da.  Buroyê herwiha peyama Abdullah Ocalan ya kurt jî bi raya giştî re parve kir.    Daxuyaniya Buroya Asrînê wiha ye:    "Me li Girtîgeha Îmraliyê di 12 ê Hezîranê de roja çarşemê bi muwekîlê xwe Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.    Di hevdîtina ku hat kirin de di serî de Birêz Abdullah Ocalan ji çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ku li ser daxwaza wî dawî li çalakiya xwe anîn re spas kir û silavên xwe şandin. Me nameya wî ya ku ji wan re hatibû şandin parve kir.  Birêz Abdullaho Ocalan hewldanên hemû sazî û dezgehên ku wê demê hatin kirin jî bi nirx dît, di heman demê de ji wan re jî silav û spasiyên xwe kirin. Em peyama Birêz Oclan a ku ji bo çalakgeran şandibû jî bi riya daxuyaniya xwe pêşkêş dikin.    Bu görüşmede Sayın Öcalan öncelikle açlık grevleri ve ölüm oruçlarını kendi çağrısı ile sonuçlandıran açlık grevi ve ölüm orucu eylemcilerine teşekkür ve selamlarını iletmiş; kendilerine ulaştırılmak üzere yazmış olduğu teşekkür mektubunu paylaşmıştır. Sayın Öcalan bu süreçte tavırlarını ortaya koyan tüm kurum ve kişilerin de tutumlarını çok değerli bulmuş, aynı şekilde selamlarını ve teşekkürlerini paylaşmıştır. Sayın Öcalan’ın eylemcilere hitaben yazmış olduğu mesajını açıklamamızın ekinde sunuyoruz.   'Diyar kir ku ew dest ji lêgerîna heqîqetê bernede'   Birêz Oclan mirina Hallacî Mansur a tirajîk bi bîr xit û got ku li gel mirinê jî wî dest ji lêgerîna xwe ya heqîqetê bernedaye. Wî jî diyar kir ku di vê çarçoveyê de wê dest ji lêgerîna xwe ya edalet, azadî û heqîqetê bernede.   Birêz Oclan çavdêriyên xwe yên derbarê polîtîka û pirsgirêkên civakî û çareseriya wan de jî wekî her carê vê carê jî di hevdîtina ku me pê rekir de anîn ziman. Me careke din dît ku ew di warê çareseriya aştiyane û demokratîk de bi israr e.    'Ne kurd bêyî tirkan dibin û ne jî tik bêyî kurdan dibin'   Ocalan da zanîn ku li gorî nişana dîrokê Tirk beyî Kurdan û Kurd jî bêyî Tirkan nikarin bijîn. Dema li Mezopotamya Kurd hatin xelaskirin, li Anatoliyê li ser navê Tirkan tu tişt namîne. Diyar kir ku hebûn û pêşketina Kurdan û hebûna Tirkan bi hevve girêdayi ye. Divê li gorî vê rastiyê tev bigerin. Ev yekîtiya Kurd û Tirkan, wê rê li pêş jiyana aştî û demokratîk a gelên li Rojhilata Navîn jî veke. Me dît ku pêşengîyê dide çareseriya demokratik û ji bo vê yekê jî girîngiyê dide guhertinen qanûnî û Makeqanûnî. Ji bo vê yekê jî diyar dike ku guhertina demokratîk û fikrî enceq bi tevlêbûna hemû beşên civakê pêkan e.    'Tişta bingehîn siyaseta demokratîk e'   Destnîşan kir ku di tarza siyaseta heyî de valahiya bîrdozî û teorîk xuya dibe û bi tarza malbatî, kabilevanî û eşîrî siyaseta rast nayê meşandin. Bibîr xist ku ya esasî û çareseriyê siyaseta demokratîk e.  Berê jî qala mînaka Gandhî kiribû. Dîsa heman minak bibîr xist û xwest rêbaza sivîl û rêbazên afirîner ên çareseriyê pêş bixin. Bal kişand ser pêdiviyên siyaseta muzakereyên demokratîk, rebazên aqil, politik û hêzea çandi û tekoşîna sivil. Xwest ev rêbaz bên pêşxistin. Anî ziman ku bi vê rebazê dikarin bingeha çareseriya demokratîk ava bikin.    'Mijar nikarin ji hev cuda bên destgirtin'   Di mijara Sûriyeyê balkişand ser girîngiya feraseta siyasî ku tevahiya Sûriyeyê temsîl dike, wekî carên berê dîsa balkişand ser mîsogeriya makeqanûnê û pêşniyara demokrasiya herêmî. Dibêje polîtîkayên derve-hundir ên Tirkiye û Sûriyeyê girêdayî hev in û ne mimkun e ji hev cûda bên destgirtin.    'Qirkirina jinan berhema heman zîhniyetê ye'   Di mijara jinan û li hemberî hesasiyetên têkoşîna azadiya jinan û di van mijaran de têkildarî keçên di  temenên zaroktiyê de tên zewicandin, qetilkirina Ozgecan, têkiliya navbera jin û mêran de hinek nirxandin kir. Destnîşan kir ku ji serdema Neolotîkê heta niha 15 hezar sal in koletiya jinê ku mînaka koletiya teqez e, di genetîka civakê de bi cih bûye. Qetilkirina jinan berhema heman hişmendiyê ye û ji ber vê yekê jin êrîşên li hemberî hemcînsên wan pêk tên, wekî ku li hemberî wan pêk hatiye dibînin û got ku pêwîst e jin bi vê hişmendiyê tevbigerin. Qetilkirina jinan di mijarên pirsgirêkên civakî, aborî û sosyolojîk de her yek divê tena serê xwe wekî mijara şoreşê nirxand û tenê pirsgirêka mijara keçên ku di zaroktiya xwe de tên zewicandin weke sedema pêkhatina 10 şoreşan îfade kir. Nebûna siyaseta ku van pirsgirêkan çareser bike wekî mijara bingehîn ya rexneyê binav kir.    Di mijara çareseriya pirsgirêkên civakî de pêşxistina hilberînê, afirînerî û li ser bingeha avakirinê şaredariyên demokratîk  wekî hewcedariyê aniye ziman û da zanîn ku divê di van mijaran de HDP rola katalîzora demokrasiyê bigire ser xwe.    Sosyalîzmê esas digire    Her wiha dema ku hinek pirtûk û nivîskar dinirxand anî ziman ku sosyalîzmê esas digire û li dijî dogmatîzmê, avakirinê pêş dixe. Li dijî hişmendiya reel sosyalîst, li ser vê bingehê li Rojhilata Navîn nêrîna xwe li ser esasê çareseriyê destnîşan dike.” Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo bidawîkirina çalakiyên greva birçîbûnê nivîsandibû jî wiha ye:  “Rêhevalên Hêja; Li ser pêşniyara min we dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê anî. Ev helwest xwedî girîngiyeke dîrokî û bi wate bû. Ez weke helwesteke pir binirx dibînim û spasiya we dikim.    Ez baweriya xwe diparêzim   Hêvîdarim ku bi taybet jî rêhevalên ku pêvajoyê bi ruhekî kûr hîs dikin, di hêla beden, zêhn û ruhî de li xwe baş binêrin. Li ser bingeha dersên ku ji pêvajoya rexne û rexnedayînê hatine derxistin, ji we re serkeftinê dixwazim.    Ez bi taybet jî dixwazim destnîşan bikim ku ev helwesta di çarçoveya înîsiyatîfa şexsî de pêş ket, divê weke helwesteke li gorî dewletê yan jî weke tawîzdayînê neyê nirxandin. Li gorî hêvî û pêjna min, di wê baweriyê de me ku dê encamên erênî bi xwe re bîne. Ez vê hêviya xwe diparêzim. Hêvî dikim ku ji vir û şûnde li ser bingeha felsefeya hebûnê, hûn di hêla beden, ruh û zîhnî de xwe pêşve bixin. Silav û hezkirinên xwe yên daîmî ji we re dişînim."