Ji bo vemirandina agirê Omeryanê piştgiriya heyeta HDP û DBP'ê 2019-06-14 13:46:40   MÊRDÎN - Ji bo vemirandina agirê Omeryanê heyetan piştigirî dan gundiyan.    Do roj berê di encama pevçûnê de agir bi çiyayê herêma Omeryanê ya Mêrdînê ket. Gundiyan xwestin agir vemirînin lê mudaxale hat kirin û leşkeran bi hinceta ku 'ewlehî tune ye' nehiştin gundî agir vemirînin. Bi sedan hektar hatin şewitandin. Do bi şev agir ji çiya belav bû heta gundên deştê. Gundiyan hewl dan ku agir têkin binê kontrolê.    Sewqiyata leşkerî tê kirin!   Gundiyan ji bo agir banga hestiyariyê kiribûn. Ji bo alîkariyê heyetek ji HDP û DBP'ê pêk tê çûn gund. Heyetê ji bo vemirandina agir alîkariya gundiyan kir. Her wiha li gor agahiyên hatin bidestxistin sewqiyata leşkerî ya ji bo gundan didome.