'Bi Kurdî diaxivin lê tabelayên bi Kurdî ji holê radikin' 2019-06-14 09:15:25   Zeynep Durgut   BEDLÎS - Piştî hilbijartinên heremî polîtîkayên şaredariyên AKP'ê ketin dewreyê û şaredariyên AKP`ê li Tetwanê tabeleyên bi kurdî ji holê rakirin. Jinên Tetwanê bertek nîşanî vê helwesta şaredariyê dan û wiha gotin: "Kurdî diaxivîn lê tabeleyên bi kurdî ji holê radikin."   Piştî hilbijartinên xwecihî şaredariyên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qezenç kirin hatin desteserkirin û gelek endamên meclîsên şaredariyan hatine îxraçkirin. Li Tetwanê 9 endamên meclîsa şaredariyê yên ku bi vîna gel hatibûn hilbijartin bi hinceta der barê wan de lêpîrsîn didome hatin îxrackirin. Piştî îxraçkirina endamên meclîsa şaredariyê tabelayên ku di dema Şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Bedlîsê de hatibûn daliqandin, ew tabela yek bi yek rakirin. Şaredarê AKP’î Nesrûllah Tanglay ku tabelaya bi kurdî ya şaredariyê rakir vê carê jî tabeleya li têketina bajêr ku li ser bi kurdî, tirkî û ingilîzî “Hûn bi xêr hatin Bedlîsê” nivîsandî jî rakir. Piştî nêrazîbûnan, şaredariyê daxuyanî da û îdîa kir ku wê tabeleyên li ser “Hûn bi Xêr Hatin Bajarê Bedîuzzaman Saîd-î Nursî Bedlîsê” dîsa bên bicihkirin. Jinên Tetwanê bertek nîşanî vê nerazîbûnê dan û gotin ku ew ê  helwesta şaredariyê ya li dijî hebûn û zimanê kurdî qebûl nekin.    'Em ê ji bo gelê xwe bixebitin'   Endama Meclîsa Şaredariya navçeya Tetwanê ya ku li gel 9 kesan hatibû îxrackirin Serap Çakmak diyar kir ku şaredarî bi polîtikayên qeyyûm ve tên rêvebirin û wiha axivî: “Li Tetwanê bêmafiyên mezin hatin kirin. Bi sewqiyetên leşkerî û polîsan bi ferqeke pir kêm ango 295 şaredarî desteserkirin. Li dijî hemû neyîniyan tenê hevşaredarî ji me hildan. Di şaredariyê de pirjimariya hejmara meclîsê destê HDP`ê de bû. Em wekî hilbijêrên gel, me di yêkem civîna şaredariyê de cihê xwe girt. Me ji di wê civînê de diyar kir ku em ê her xebatekî ji bo gelê xwe bikîn û em ê bi tu awayî destûr nedin diziyan û me ev tişt anî ziman."   'Dê niha bi rehetî diziyê bikin'   Serap, destnîşan kir ku tenê tevlî 2 civînên meclîsê bûnê û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Pişt re me bihîst ku em ji şaredariyê hatine dûr xistin. Sedemê wê ji berdewamkirina lêpirsinên ku der barê me de hatine vekirin bû. Lê balkêşe ku der barê 9 hevalan de ji heman demê û dîrokê de lêpirsîn hatiye vekirin. Piştî 31'ê adarê, di 11'ê nîsanê de lêpirsîn hatiye vekirin. Baş tê zanîn ku çima ev dosya hatin vekirin. Ji bo ku hîn kes rant û diziyê bi rehet bikin em ji meclîsê hatin dûrxistin."   'Kurdî diaxifin lê tabeleyên bi kurdî ji holê radikin'   Serap, di axaftina xwe de bal kişand ser tûne hesibandina vîna welatiyên Tetwanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Welatiyên Tetwanê li dijî vê bi bertek in. Baweriya wan a li dijî şaredariyê nema. Mirov nizane ku misilmanên çawa ne ku heta tabeleyên goristanê ji tên rakirin. AKP dizane ku qedera hilbijartina 23'ê hezîranê ya ku li Stenbolê pê bê,  wê Gelê Kurd biguherîne. Bînalî Yildirim li Amedê dibêje `Kurdîstan` lê bajerên kurdan ji bêrêziyê li hemberî kurdan dike û her wiha tabeleyên kurdî jê dike. Ev ji bêhurmetiya AKP`ê nîşanî me dide. Wê gel vê nêzikatiyê qebûl neke. Ev hişmendiye berdewamiya polîtikayên qeyume ne.”   'Sextekariyeke mezin pêk hat'   Rêvebira HDP`ê ya navçeya Tetwanê Sarya Yilmaz ji bertek nîşanî rakirina tabeleyên kurdî dan û wiha got: “Hilbijartinên 31'ê adarê bi sextekariyeke mezin pêk hat. Bi zordestiyê şaredarî hatin desteserkirin. Li Bedlîsê ji, li Tetwanê ji heman rê û rêbaz hatin meşandin. Bi belgeyan hat aşkerakirin ku şaredarî bi hileyan hat desteserkirin. Gel dihat tehdîtkirin û bi hezaran leşker û polîs anîn vê herêmê. AKP`e 16 sal in di îktîdarê de ye û li gel hatina îktîdara AKP`ê tûne hesibandina ziman û hebûna kurd gihişte asta herî bilind. Rojnameyên kurdî û televîzyonên ku bi kurdî weşanê dikirin hatin hatin girtin û êrîşe ser ziman kirin. 9 endamên meclîsa şaredariya me hatine îxraçkirin û pişt re ji tabeleyên kurdî rakirin. Em vê helwestê şermezar dikin. Gel her tim li hemberî zilm, zordarî û serdestiyê di nav têkoşînê de bûn."   'Nenaskirina ziman nenaskirina hebûna me ye'    Besê Uçar ji di axaftina xwe de bal kişand ser nenaskirina ziman û wiha dom kir: "Nenaskirina ziman, nenaskirina Gelê Kurd e. Bi salane bi xile û xapandinê li ser kurdan zilm hat kirin. Qadên jiyanê ji bo kurdan hatin qedexekirin. Lê em bi salane li ber xwe didin. Zimanê me nas nakin û wekî zimanê duyemîn dibînin. Niha ji tabeleyên kurdî hatin rakirin. Em vê qebûl nakin. Wê tucar hêza wan têra neke ku ew tirkî me bidin ferzkirin. Em kurdîn û em bi zimanê xwe hene. Nenaskirina zimanê me, nenaskirina hebûna me ye."   'Em rakirina tabeleyên bi kurdî şermezar dikin'    Huriyet Oge da zanîn ku rakirina tabeleyên bi kurdî şermezar dikin û wiha got: "Di demên herî nebaş de me bi zimanê xwe xeber daye. Ev ziman xwedî dîroke. Bi rakirina tabeleyan, nikarin tirkî ji me bikin ferz kirin. Em kurd in û em jiyaneke bi kurdî dixwazîn. Em rakirina tabeleyên bi kurdî qebûl nakîn û şermezar dikin.”