Zarokên Şeftelih kom dikin: Mirov sûdê ji dermanên xwezayî digire 2019-06-14 09:04:38   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Şeftelih yek ji dermanê xwezayî ye. Hêjîra çolê, şehfelan, kemberok jî tê gotin. Ji ber ku dermanê xwezayî ye zarokên Kobanê Şeftelihê didin hevdu. Zarokên ku Şeftelih didin hevdu wiha gotin:"Mirov sûdê ji dermanên xwezayî digire. Loma em kom dikin."   Gihaya Şeftelih ji gihayek xwezayî ye û heta metreyekê dirêj dibe û rehê xwe belav dike. Di navbera meha gulanê  heta cotmehê derdikeve û gulan vedike. Di nav ekolojiya hişk de jî çêdibe û tê dîtin, di cihê weke Mexrib, Îtalya û bi taybet li Siqliya hene. Ji dermanan tê bikaranîn. Gelek caran tecrube hatin kirin ku Şeftelih ji bo nexweşiya dexta xwînê ya bilind, gurçik, îspîrto, baktîrî, şekir, kezeb, daketina kîlo û îltihaban baş e. Zarokên Kobanê yên ku ji saeta serê sibehê ya 07.00'an de heta 11.00'an Şeftelih kom dikin dibêjin:"Gihaya Şeftelinê ji bo tenduristiyê baş e. Loma em kom dikin. Dema em kom dikin gelek kêfa me tê."   'Şeftelih rê li pêşiya nexweşiyan digire'    Zaroka bi navê Diyara Bedir got: "Sibehê zû em radibin û  berê xwe didin nav erdan şeftelihan berhev dikin. Paşê em şeftelihan difroşin. Ji bo em pêşî li hinek nexweşiyan bigirin em şeftelihan kom dikin."   'Şeftelih dibe derman'   Zaroka bi navê Hêlîn Mehmud diyar kir ku şeftelih ji nexweşiyan re baş e û wiha got: "Em  hevalên hev  her roj bi hev re şeftelihan kom dikin, her yek ji me rojê kîlok yan du kîloyan kom dike, piştî ku em xelas dikin em difroşin. Şeftelih dibin derman û mirov sûdê jê dibîne."   'Karê çolê bi hevaltî xweş dibe'   Zaroka bi navê Xezal Mistefa Ibrahîm û Cîhan Ebdelah bi lêv kirin ku ew ji bo tenduristiya mirovan baş be Şeftelihan kom dikin û wiha gotin:"Karê çolê bi hevaltî xweş dibe. Her sibeh em bi hev re Şeftelihan kom dikin. Dema ku dinya germ dibe em berê xwe didin mal. Her sal em şeftelihan kom dikin."