Jinên Efrînê: Em ê her tim kevneşopiyên xwe zindî bikin 2019-06-14 09:03:26   Hesna Muhemed   ŞEHBA - Çand bedena mirova ye, divê mirov xwedî li bedena xwe derkeve, ji ber vê yekê jinên Efrînê yên ku li Şehbayê dijîn tevlî koma govendê ya kevneşopiya Çiyayên Kurmênc bûne. Nêrînên xwe bi me re parve kirin û gotin: "Em ê xwedî li çand û dîroka xwe derkevin û kevneşopiyên xwe zindî bikin."   Koma govend a kevneşopiyên Çiyayên Kurmênc ji aliyê navenda Çand û Huner a Kantona Efrînê hatiye vekirin. Ji bo pêşxistina çanda xwe kal û pîr bi temenên xwe yê mezin û bi rihên xwe yê ciwan tevlî komê bûn. Jinên ku beşdarî komê kevneşopiyê bûne nêrînên xwe bi me re parve kirin.   'Em jin her tim çanda xwe ji qirkirin û tunekirinê diparêzin'   Endama Koma Kevneşopî ya Çiyayê Kurmênc Fatma Şêx Bilo li ser komê axivî û got: "Me wekî endamên koma kevneşopiyê di Efrînê de çanda xwe dabû despêkirin û îro li Şehbayê jî li gor şert û mercên zehmet em berdewam dikin. Ji bo pêşxistina çanda me, em jinên Efrînê her tim perwerdeya xwe ya govendê didin. Dewleta Tirk dema êrîşê Efrînê kir xwest kevneşopiyên me tune bike, lê em jin her tim çanda xwe ji tunekirinê diparêzin ji bo ji nifşekî derbasî nifşekî din bibe."   'Em ê ji cîhanê re îsbat bikin gelê Efrînê xwedî çand û kevneşopî ye'   Fatma di dawiya axaftina xwe de balkişand ser koma kevneşopiyê û wiha got:" Em nêzî neh jin di komê de cih digirin, li gor temenên endamên komê mezin in, lê rihê wan ciwan e. Em li ser gelek cure ji govendên çanda Efrînê perwerde dibin, em ê ji cîhanê re îsbat bikin ku gelê Efrînê xwedî çand û kevneşopî ye."   'Bila jin li çanda xwe xwedî derkevin'   Endama komê Ayşe Hisên a ji Navçeya Ehres a Şehbayê tevlî koma Efrînê bûye hestên xwe anî ziman û got: "Ez jinek ji jinên Navçeya Ehres tevlî koma govendê ya Efrînê bûme, bi hêvî me her jinek çanda xwe nas bike. Banga min ji jinên Ehres û Şehbayê ew e ku derbasî vê komê bibin. Bila jin li çanda xwe xwedî derkevin. Ferq û cudahî di nava gelê Şehba û Efrînê de tune ye."   'Her civakek bi çanda xwe tê naskirin'   Dayika Xedîce Îbo jî bal kişand ser çanda Efrînê û got: "Dijmin berî her tiştî dest dirêjî çand û cihên dîrokî kir ji ber her civak bi çanda xwe tê naskirin, lê em jinên Efrînê li Şehbayê careke din çanda xwe zindî dikin. Me ev çand ji bav û kalên xwe girt û em ê berdewam bikin ji bo zarokên me jî berdewam bikin, banga min ji hemû jinên kurd re heye, ku xwedî li çand û dîrokên xwe derkevin. Ji ber ku civak bi çanda xwe tê naskirin."