ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-14 09:00:00   *Jina bi navê Cîhan Hisen a ji Efrînê û niha li Şehbayê têkoşîna jiyanê dide derbarê karê çandiyê de axivî. Cîhanê got:"Çandinî ji bo mirovan tiştekî pêwist e û ev yek bêtir bi keda jinê pêş dikeve. Jin bi keda destên xwe jiyanê diafirîne."DÎMEN HEYE   *Çand bedena mirova ye, divê mirov xwedî li bedena xwe derkeve, ji ber vê yekê jinên Efrînê yên ku li Şehbayê dijîn tevlî koma govendê ya kevneşopiya Çiyayên Kurmênc bûne. Nêrînên xwe bi me re parve kirin û gotin: "Em ê xwedî li çand û dîroka xwe derkevin û kevneşopiyên xwe zindî bikin." DÎMEN HEYE   *Şeftelih yek ji dermanê xwezayî ye. Hêjîra çolê, şehfelan, kemberok jî tê gotin. Ji ber ku dermanê xwezayî ye zarokên Kobanê Şeftelihê didin hevdu. Zarokên ku Şeftelih didin hevdu wiha gotin:"Mirov sûdê ji dermanên xwezayî digire. Loma em kom dikin."DÎMEN HEYE   *Hevseroka MED DER'ê Mîne Karakaş, bal kişad ser axaftina namzetê AKP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Binalî Yildirim û wiha got: "Bi peyvên nexşandî nikarin me bixapînin. Dema dikevin xetereyê ji kurdan alîkariyê dixwazin.”DÎMEN HEYE   *Bi hatina havînê re  li navçeya Cizîr a Şirnexê germahî zêde bû, gel ji bo xwe hînik bike ji xwe re li cihekî hêşnahî û avê digere. Cihê herî zêde ku di germahiyê de welatiyan ji bo xwe hînik bikin lê star dibûn  Parka Ataturkê bû. Lê Qeyûm ew jî di binê betonê de hişt.    *Piştî hilbijartinên heremî polîtîkayên şaredariyên AKP'ê ketin dewreyê û şaredariyên AKP`ê li Tetwanê tabeleyên bi kurdî ji holê rakirin. Jinên Tetwanê bertek nîşanî vê helwesta şaredariyê dan û wiha gotin: "Kurdî diaxivîn lê tabeleyên bi kurdî ji holê radikin." BI DÎMEN   *Der barê Tulay Hatîmoglullari ya HDP’î de bi hinceta tevlîbûna bernameyên di pêvajoya greva birçîbûnê de pêk hatin û parvekirinên çapemeniya civakî de, bi îdiayên ‘propagandaya rêxistinê’ û ‘pesnê sûc û sûcdar daye’ fezleke hat amadekirin.   *Li Çiyayên Omeryan ê li Nisêbînê ye her sal şewatên daristanan pêk tê û tevî vê çiya ji nû ve zindî dibin. Li cihên ku hemû şewitîbûn, dar û baxçe şîn bûn û ev jî moral dide gundiyan.BI DÎMEN   *Şîrîn Bîlîk ji bo kurê xwe yê 8 sal in di girtîgehê de ye Şivan Bîlîk bibîne, di cejnê de çû serdana wî lê negirtin hundir. Şîrîn ji 1 salî de Şîvan mezin kiriye û ji ber damarî di rêziknameya kesên diçin serdanê de cih nagire, mafê wê yê hevdîtinê hat binpêkirin. BI DÎMEN