Li nexweşxaneya taybet teqîn pêk hat 2019-06-13 13:29:02   ANTALYA - Li nexweşxaneyek taybet a li Antalyayê ji ber teqîna klîmayê kesek mir û 2 kes birîndar bûn.    Li navçeya Muratpaşa ya Antalyayê li nexweşxaneyek taybet di kêliya ku klima dihat tamîrkirin de teqîn pêk hat. Di teqînê de xebatkarê nexweşxaneyê Arîf Dal ê 30 salî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Birîndaran li heman nexweşxaneyê derman kirin û hat zanîn ku rewşa wan baş e.