Zarokên Şengalê bi hev re fêrî dîroka xwe dibin 2019-06-13 09:15:10   Viyan Seîd/Elmas Nayif   ŞENGAL - Di pêşengtiya  TAJÊ de Zarokên Şengalê yên çiyayê Serdeştê her roja çarşemê bi kefxweşî ferî çand û dîrokê xwe dibin.    Piştê fermanê zarokên ku hin di konan da dijin ji bo çanda xwe a kevnar û nasname xwe di pêşengtiya TAJÊ zêdetir nasbikin û bîrnekin li Serdeştê tên cem hev. Endama Meclîsa TAJÊ'yê der bare kombûn û perwerdekirina zarokan de wiha axivî “ Her roja çarşemê em zarokan li vir kom dikin. Derbare nasmeya Êzîdxanê, ednîgariya Şengalê cihên pîroz, hemû tişten girêdayî ol û baweriya Şengalê heye em li vê derê perwerde dikin. Her wiha ne tenê wê millê fikrî, listikên kewnar, esturman ferî dibin. Çiqasî derfetê me kêm bê jî em bi derfetên heyê zarokan ra mijûl dibin bi kefxweşî û bi xwestekeke mezin. Hem wek erk û hem jî wek wîcdan mirov pêwîstêyên dibîni zarokên welatê axa xwe perwerde bikin.”   Bila hemû zarok nasname dîrokê xwe nasbike   Zarokê bi nav Selma Xwededa ku her çarşem tê cem hevalên xwe û perwerde bi hevra dibînin wiha hestên xwe anîn ziman: “Em zarokên Serdeştê her çarşem li wê derê kom dibin. Em bi hevra lîstîkan dilizîn, tembûrê ferî dibin, derbare Qubeyan, kaniyên li Şengalê ferîdibin. Em dixwazin hemû tişten ku li Şengalê hene ferîbibin û zanibin. Hêwî û xwestekê min ev e ku hemû zarok werin em bi hevra ferî dîrokên xwe bibin.”