Bikaranîna hişbirê zêde dibe: Min serî li her derê da lê kesek tiştekî nake 2019-06-13 09:12:34   MÊRDÎN - Li Nisîbînê piştî pevçûnên 3 sal berê bikaranîn madeya hişbirê zêde bûye. Jina bi navê Aşe Elbîlîr jî diyar kir ku du kurê wê jî madeya hişbirê bikar tînin û wiha got: “Min kurekî xwe îxbar kir hat girtin. Ez niha diçim cem polîsan dozgeriyê navê kesên ku hişbirê difroşin dibêjim lê tiştekî nakin. Malbat divê li dijî vê bibin yek.”   Li Nisêbînê di navbera 2015-2016’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û bi pevçûnên hatin jiyîn re gelek tax hatin hilweşandin û bi hezaran kesî koç kir. Piştî pevçûnan bi polîtîkayên pêk tên hewl tê avabûna demografîk ya navçeyê biguherin. Piştî qedexeyê bikaranîna hişbirê jî zêde bû û fuhuş jî taxan bi awayekî aşkera tê kirin.   ‘Min kurekî xwe îxbar kir’   Ayşe Elbîlîr da zanîn ku ew li taxa Yenî Turan rudinin û madeya hişbirê li serê her kolanê tê firotin û kurê wê 4 sale ketiye nav lepê vê madeyê  û wiha got: “Ez bang li gelê Nisêbînê dikim bila bibin ye. Ji 10 zarokên min du heb vê madeyê bikar tînin. Min yek îxbar kir hat girtin. Kurekî min nih adi girtîgehê de ye. Ez bang li hemû ciwanên Nisêbînê dikim. Destur nedin bila ev made neyên firotin. Kurekî min jî ji siyasetê 10 sal in girtiye.”   ‘Ez bi dehan carî çûm dozgeriyê'   Ayşeyê destnîşan kir ku navê kesên van madeyan difroşin bi dehan carî ji polîsan re gotiye lê tiştek nehatiye kirin û ev tişt daxuyand: “Di mala min de tiştek nema. Şekir jî li malê hebe, kurê min dibe difroşe û pê wê jehrê digire. Min derb dike. Dijûnan dike. Bi dehan dayikên wek min hene.Piştî qedexeyê li serê her kolanê tê firotin. Em dixwazin serkêşê van bê girtin. Ez yên difroşin nas dikim. Kurê min jî têde min hemû gotin. Ez çûm emniyet, dozgerî û qeymeqamtiyê.”   ‘Bila gel bikeve pey kesên vê jehrê difroşin’   Ayşeyê bi lêv kir ku diçe cem polîsan, polîs dibêjin tiştekî em bikin tune û wiha axivî: “Mîn jî got her siyasîbûna we yê her kes bikuşta. Lê hişbire hûn tiştekî nakin. Polîs bixwe dikin ji xwe. Ez dayik im. Dixwazin bila bên min bigirin, lê ya vê dike polîs in.  Bila ciwanên me vegerin rewşa xwe ya berê. Ne tenê kurê min bila hemû ciwan dest ji vê jehrê berdin.  Bila malbat jî li dijî vê jehrê bin. Ez banga hestiyariyê li malbatan dikim. Yên vê jehrê difroşin, Aynali, Eymen û her wekê din in. Di têketina kolanan de difroşin. Em bûn wek penaber. Li malê tiştek nemaye. Bila her kes rewşa me bibîne. Daxwaza wan jî ev bû ku ciwan bikevin pey tiştên wisa û dayik jî perîşan bibin. Me ev jî dît. Ger em bibin yek em ê zarokên xwe xilas bikin. Hemû saziyên dewletê dibêjin em tiştekî nakin.”