ROJEVA 13'ê HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-13 09:00:00   * Berdevka Kongreya Star ya Rojava  Evîn Siwêd di derbarê Kongreya Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê de  a ku wê di 14’ê Hezîranê de were lidarxistin, agahî da û got:"Ji bo parastina mafên jinên zêdetir bê kirin. Ji bo demokrasî pêş bikeve û wekheviyek mayinde ev kongre girîng e. Beşdarbûna ji bo kongreyê jî mijarek girîng e." DÎMEN HEYE   * Derbarê zevî û darên  li Efrînê tên şewitan de jinên Helebê diyar kirin ku zirara li dijî xwezayê zirara li dijî mirovahiyê ye û wiha gotin:"Darên bi hezar salan hatiye çandin bi destên dijminê mirovahiyê tên şewitandin. Lê tu kes nikare vîna gelê Efrînê bişkîne."  DÎMEN HEYE   *Li Nisîbînê piştî pevçûnên 3 sal berê bikaranîn madeya hişbirê zêde bûye. Jina bi navê Aşe Elbîlîr jî diyar kir ku du kurê wê jî madeya hişbirê bikar tînin û wiha got: “Min kurekî xwe îxbar kir hat girtin. Ez niha diçim cem polîsan dozgeriyê navê kesên ku hişbirê difroşin dibêjim lê tiştekî nakin. Malbat divê li dijî vê bibin yek.” BI DÎMEN   * Di pêşengtiya  TAJÊ de Zarokên Şengalê yên çiyayê Serdeştê her roja çarşemê bi kefxweşî ferî çand û dîrokê xwe dibin.