'Em bi hêvî ne sala bê li Efrînê xwendina xwe berdewam bikin' 2019-06-12 09:15:19   ŞEHBA - Xwendekarên Kantona Efrînê yên ku li Şehbayê xwendina xwe berdewam dikin, dest bi ezmûnan kirine. Xwendekarên ku tevlî ezmûnan bûne axivîn û gotin: "Em bi hêvî ne sala bê li Efrînê xwendina xwe berdewam bikin."   Xwendekarên Efrînê yên dibistana amadehiyê dixwînin li dibistana Navçeya Ehdas a Şehbayê dest bi ezmûnan kirin. Xwendekar û mamosteyan nêrînên xwe bi me re parve kirin û gotin: "Bi keda mamosta û xwendekaran cihê êşkenceyên zarokan veguherî cihê fêrbûnê û perwerdekirinê."   'Bi moralekî mezin ezmûn derbas dibin'   Mamosteya bi navê Narîman Sîdo li ser ezmûnan axivî û got: "Xwendekarên me yên amadehiyê cihê êşkenceyê veguhertin cihê zanebûnê, fêrbûnê  û dest bi nivîsandina ezmûnên dawiya salê dikin. Nêzî  111 xwendekar li Kantona Şehbayê beşdarî ezmûnan dibin. Tevî dûrketina xwendekaran a ji cih û warên xwe, dîsa jî moralê wan ji bo xwendinê baş e. Xwendekar dixwazin hîn bibin."   'Bi saya pakrewanan û mamosteyan ev zîndan veguhert cihê perwerde û zanebûnê'   Xwendekara bi navê Rûcîn îbiş jî hestên xwe anî ziman û got: "Ev bû roja duyem em derbasî ezmûnan dibin wê nêzî 15 rojan berdewam bike. Tevî em di pêvejoyek giran de dijîn, dîsa jî ezmûn bi awayekî baş derbas dibe. Em xwendekar dixwazin xwe di qada perwedeyê de pêş bixin. Ya girîng xweperwerdekirin û xwepêşxistin in. Em jî encamên perwerdeyên xwe bi civakê re parve bikin, ji bo nifşên nû bêhtir pêş keve, weke tê xuyakirin ev dibistan di dema rejîmê de cihê êşkenceyê yê zarokan bû, lê bi saya pakrewanên me û mamosteyan ev cih veguhert cihê xwendinê û zanebûnê."   'Em bi hêvî ne sala bê li Efrînê xwendina xwe berdewam bikin'   Xwendekara bi navê Diyele Ebdî ya ji Kampa Berxwedanê tevlî ezmûnan bûye û wiha got: "Niha em li navçeya Ehdasê ezmûnên xwe çê dikin, li gorî rewşa ku em tê de derbas bûne ezmûn baş berdewam dike. Ev jî bi keda mamosteyên me ne, lê em bi hêvî ne sala bê li Efrînê xwendina xwe berdewam bikin."