'Em ê dîwaran hilweşînin' 2019-06-12 09:12:19   Hesna Muhemed   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên li Gundê Wehşiyê yê Navçeya Fafîn a Şehbayê li ser lêkirina dîwar û guhertina demokrafîk a Efrînê de axivîn û gotin:"Jinên Efrînê li hember kiryarên dewleta tirk serî natewînin û em ê bi serbilindî vegerin Efrînê."   Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê li Şehbayê bi cih bûn û berxwedana xwe li wir didomînin. Lê dewleta tirk dev ji kiryarên xwe yên li ser Efrînê berneda û êdî dest bi guhertina demokrafîk kir û her wiha dîwar di navbera Şehbayê û Efrînê de lê kir. Têkildarî mijarê de jinên Şehbayê gotin:"Em ji dîwaran natirsin. Xwezaya me dişewitînin lê em ê bi têkoşîna xwe xwezaya xwe dîsa şîn bikin."   'Jin her tim parastina civaka xwe dike'   Xunav Muhemed wiha got: "Dema dewleta tirk êrîşê Efrînê kir di destpêkê de jin hedef girt,  ji ber ku jin bingeha civakê ye. Xwest bi êrîşa li ser jinan gelê Efrînê tune bike. Lê jina kurd xwedî li mafê xwe derket û ev êrîşa li ser  xwe qebûl nekir,  ji ber vê berê xwe da Kantona Şehbayê ji bo parastina civaka xwe ya ji kiryarên dewleta Tirk."   'Jinên Efrînê wê dîwaran hilweşînin û vegerin Efrînê'   Emîne Ebdo jî hestên xwe yên li hember girtina sînorên di navbera Efrîn û Sûriyê de wiha got: "Dewleta tirk bi bombebarana balafiran xwest me tune bike. Em bi dara zorê ji Efrînê derketin, niha jî bi avakirina sînoran dixwaze me bitirsîne, lê em jinên Efrînê ji dîwaran natirsin, em ê dîwaran hilweşînin û vegerin Efrînê."   'Em ê xwezayê ji nû ve şîn bikin'   Almaz Elî jî wiha li ser şewitandina xwezaya Efrînê û guhertina demografîk axivî û got: "Dewleta tirk erdên me, zeytûnên me dizî. Em koçberî Şehbayê kirin, niha jî xwezayê, çiya û darên zeytûnan dişewitînin, lê îradeya me bi şewitandinê naşkê û dewleta Tirk çi dike bila bike em ê vegerin Efrîn. Em ê xwezayê ji nû ve şîn bikin."