Malbatan êrîşên li dijî goristanan şermezar kirin 2019-06-11 15:06:31   STENBOL - Malbatan bertek nîşanî texrîbkirina goristanên kesên ku li Licê jiyana xwe ji dest dan û wiha gotin: "Ev êrîş bi zanebûn û bi rêxistin tên kirin. Em van êrîşên ku di tu bawerî û olan de cihê wan tune ye şermezar dikin."   Malbatên ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dan, ji bo ku bertekên xwe yên li hemberî texrîbata goristanan nîşan bidin li Unkapaniyê li Komeleya Piştevaniya bi Malbatên li Anatolyayê Xizmên xwe Winda kirin (An -An - Yakay - Der) civîna çapemeniyê li dar xistin.  Berdevkê HDK'ê yê Bajêr Mevlut Aykaç, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Stenbolê û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî tevli civînê bûn.    Li salona ku civîn lê hat lidarxistin pankarta bi nivîsa, "Ji bo hemû zindiyan mirin rastiyek e. Gor mafê bingehîn ê her mirovê ku jiyana xwe ji dest daye û  Dest nede gora min" hat daliqandin.    'Polîtîkayên Qirkirinê berdewam dikin'   Li ser navê malbatan Faysal Ozdaş daxuyanî xwend, Faysal şerê salên 1990'î bi bîr xist û got ku di wê serdemê de bi hezaran gund hatin şewitandin û valakiirin.  Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi hezaran kes di wê serdemê de di bin çavan, ji kolalan hatin revandin, windakirin û wiha berdewam kir: "Di vê serdema şer de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da. Di wê serdemê de erdnîgariya kurdan bû wekî zeviyên goran. Di nava dîrokê de ji kesên wekî Şêx Saît, kesên ku Agirî, Zîlan û Dersimê jiyana xwe ji dest dan re mafê ku divê goreke wan hebe jî nehatiye dayîn. Ev li gorî peymanaên navnerteweyî jî hem di warê fîzîkî û hem jî di warê çandî de qirkirin e. Ne ehlaqî û ne wijdanî ye. Ev polîtîkayên qirker di serdema me de jî berdewam dikin."   'Eqûbeta 267 cenazeyna ne diyar e'   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gel van hemû pêkanînan di sala 2013'an de bi destpêkirin pêvajoya çareseriyê re, bi sedan cenazeyên bê gor hatine tespîtkirin, piştre li goristanên cuda cuda hatine definkirin û ev tişt hat  gotin: " Di serî de Goristana Garzan, Gimgim, Faraşîn, Bestler, Dêrsim, Licê û hwd. bi dehan goristan hatin çêkirin. Bi têkbirina pêvajoya çareseriyê re wekî li Gimgimê gelek goristan hatin hilweşandin û bi hilweşandina goristanan re Cemxane jî hatin hilweşandin. 267 cenazeyên ku ji Goristana Garzanê hatin derxistin hîna equbeta wan ne diyar e û ji aliyê sazyên fermî  ve ji malbatan re tu agahî nehatiye dayîn."   Di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku ev ne êrîşên kesane ne û wiha hat berdewamkiirin: "Ev êrîş bi zanebûn û bi rêxistin tên kirin. Em van êrîşên ku di tu bawerî û olan de cihê wan tune ye şermezar dikin. Em di vî warî de jî di serîde sazî û dezgehên demokratîk ji her kesî li benda hestiyariyê ne. Em bang li hikûmeta tirk dikin ku li gorî peymanên navneteweyî yên mafên mirovan tevbigere. "