Ji bo îşkenceya li Xalfetiyê serî li Meclîsê dan 2019-06-11 14:51:45   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş têkildarî îşkenceya komî ya li Xalfetiyê serî li Serokatiya Mafên Mirovan a Meclîsê da û diyar kir ku divê komîsyon bi lezgînî îşkenceyê di cih de tespît bike.    Parlamentera Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş a ku Endama Katiba Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê ye, têkildarî îşkenceya komî, muameleya xerab û tehdîtên tecawiz û tacîzê ya li hemberî 51 welatiyên li Xalfetiyê pêk hat serî li Serokatiya Komîsyona Mafên Mirova ya Meclîsê da. Meral daxwaznameyek ji 25 rûpelan pêk tê serlêdan kir. Di daxwaznameyê de îfadeyên welatiyên hatin îşkencekirin û rapora Baroya Rihayê cih girtin.    Meral, diyar kir ku pêwîste komîsyon biçe cihê îşkenceyê û bi lezgînî kirinên giran ên li dijî welatiyan tespît bike.