Heyeta Yekîtiya Navbera Parlamenteran çû serdana HDP'ê 2019-06-11 13:44:47   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a Heyeta Yekitiya Navbera Parlamenteran qebûl kir, da zanîn ku girîngiyê didin vê hevdîtinê û got: “Bi taybetî em ê pirsgirên xwe yê dibin zext û êrîşan de dijîn bi were parve bikin.”    Heyeta Yekitiya Navbera Parlementerên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY), partiyên komên wan li Meclîsê hene ziyaret kirin. Heyetê piştî hevdîtinên CHP û ÎYÎ Partî, HDP’ê jî ziyaret kir. Hevdîtin li Salona Civîna ya Rêveberiya Koma HDP’ê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Alîkarê Hevserokê Berpirsê Têkiliyên Derve yê Koma HDP’ê Hişyar Ozsoy heyet pêşwazî kirin.    Pervîn ji bo serdana heyetê spasiyên xwe pêşkêş kir û got: “Ev hevdîtin ji bo wan pir bi awate ye. Weke tê zanîn gelek parlementerên me di girtîgehan de ne û derbarê gelek parlamenterên me de jî doz hatine vekirin. Em di serdemek ku li ser siyaseta demokratîk pir zext û êrîş hene re derbas dibin. Pirsgirêkên ku ji ber van sedam em dijîn emê bi we re parve bikin. Di çarçoveyê siyaseta em li Tirkiyeyê bi rêve dibin de, em rastî gelek pirsgirêkên giran hatin. Lê li hemberî van pirsgirêkan bêyî ku em têk biçin, me têkoşîna xwe  mezintir kir.”   '61 dosyayên ku bên lêkolînkirin hene'   Heyetê jî diyar kir ku niha li ber Komîsyona Mafên Mirovan a Yekitiya  Parlamenteriyê 61 dosya hene û ji bo ku agahiyên hin zelaltir derbarê van dosyeyan de bigirin, ev serdana xwe pêk anîne. Heyetê da zanîn ku komîsyon yek bi yek bi van dosyeyan re eleqedar dibe û ji bo agahiyên berfireh bigirin xwestine vê hevdîtinê pêk bînin.   Piştî daxuyaniyê, civînê ji çapemeniyê re girtî, dewam kir.