Malbata Sûriyeyî mecbûr ma ku mala xwe terk bike 2019-06-11 11:20:58   MERSÎN - Malbata sûriyeyî ku li Tarsûsê rastî êrîşê hat, neçar ma ku mala xwe terk bike.   Li taxa Kavakli ya navçeya Tarsûsê ya Mersînê di saetên şevê de komekî êrîşê malbata sûriyeyî kir. Hat angaştkirin ku di navbera malbata sûriyeyî û cîwanekî taxê de nîqaş derketiye û li ser vê yekê êrîş pêk hatiye.    Piştî êrîşê malbata sûriyeyî ku ji 10 kesan pêk dihat, neçar ma ku mala xwe ya li taxê terk bike.