Li Tirbespiyê agir bi zeviyên şêniyan ket 2019-06-10 16:41:42   QAMIŞLO - Agir bi zeviyên gundê navçeya Tirbespiyê ket û bi sedan hektar şewîtîn û hîn agir berdewam e.   Li Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê ev demek zeviyên şêniyan tên şewitandin. Tê îdiakrin ku zevî bi destên çeteyên DAÎŞ'ê tên şewitandin. Îro jî derdoro saet 13:30'an de agir bi zeviyên gundên Başûrê navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê ket, ji ber geşbûna agir, agir gihaşt zeviyên bakur û rojhelatê navçeyê.   Di encamê de bi sedan hektar erd şewitîn û hîn jî agir berdewam e. Her wiha gundên li derdora zeviyan şewitîn û gundî ji malê xwe derketin.   Jina bi navê Fewziya Bozan Mihmed a ji gundê Girê Pîrê a navçeya Tirbespiyê ku erdê wê jî  şewitî axivî. Fewziya wiha got: "Ev çend sal in em erdê xwe diçînin. Lê îsal çeteyên DAÎŞ'ê nahêlin ku em berhemê zeviyên xwe bigirin."   Niha tê hewldan ku agir bê vemirandin.