'Bila Bînalî Yildirim merseleya Kurdistanê bi qesrê bide famkirin' 2019-06-10 14:11:55   ENQERE - Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kurtulan derbarê gotina Bînalî Yildirim Kurdistanê ya li Amedê bi lêv kir got:"Kurd jixwe dizane Mustafa Kemal bi mebûsên Kurdistanê hevdîtin pêk aniye û li vê meclîsê mebûsên Kurdistanê hebûne. Bila Bînalî Yildirim mersela Kurdistanê bi qesrê bide famkirin. Bila li meclîsê bi ziman bike."   Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kurtulan derbarê geşedanên rojevê de di civîna çapemeniyê de axivî. Fatmayê di civînê de bal kişand ser gotina endamê AKP'ê Binalî Yildirim a Kurdistanê. Fatmayê got:"Bînalî bi gotina Kurdistanê dibêje qey ew ê ray ji gelê Kurd bigire. Ev trajîkomîk e. Em dixwazin bikin bîra Bînali Yildirim ku dema Osman Baydemîr gotina Kurdistan bi kar anî du rojî ji meclîsê bi dûr ket û her wiha dest xistin ser nêviyê maaşê wî."   'Kurd merseleya Kurdistanê dizanin, bila Bînalî Yildirim mersela Kurdistanê bi qesrê bide famkirin'   Fatmayê wiha got:"Gelê Kurd wekî her demê vê demê jî perwerdeya bi zimanê xwe dixwaze. Kurd dixwazin bi awayekî demokratîk pirsgirêk çareser bibin. Her îktidar û alîgirên îktidarê pir samîmî bin bila ji vir dest pê bikin. Kurd jixwe dizane Mustafa Kemal bi mebûsên Kurdistanê hevdîtin pêk aniye û li vê meclîsê mebûsên Kurdistanê hebûne. Bila Bînalî Yildirim mersela Kurdistanê bi qesrê bide famkirin. Bila li meclîsê bi ziman bike. Bînalî bi gotina Kurdistanê dibêje qey ew ê ray ji gelê Kurd bigire. Ev trajîkomîk e. Em dixwazin bikin bîra Bînali Yildirim ku dema Osman Baydemîr gotina Kurdistan bi kar anî du rojî ji meclîsê bi dûr ket û her wiha dest xistin ser nêviyê maaşê wî."