Ebrû Gunay: Wê kengî xaniyan teslîmî xwediyan bikin? 2019-06-10 13:45:10   MÊRDÎN - Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Guhay, bi armanca Cîgirê Serokomar Fuat Oktay bibersivîne, têkildarî xaniyên ku teslîmî malbatan nehatiye kirin pirsname da meclîsê. Gunay, destnîşan kir ku li gel kîlît teslîmî hin xwediyên xaniyan kirine lê hêj xanî teslîm nekirine û got: "Li gel ku kîlît teslîm kirine bi kijan hincetê xanî teslîmî malbatan nekirine?"    Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Guhay, bi armanca Cîgirê Serokomar Fuat Oktay bibersivîne, têkildarî xaniyên ku teslîmî malbatan nehatiye kirin pirsname da meclîsê. Ebrû , di pirsnameyê de destnîşan kir ku li taxên ku li Nisêbînê hatin xerakirin, li şûna wan bi giştî 9500 xaniyên TOKÎ hatine avakirin û wiha got: "Beriya hilbijartina 31'ê Adarê Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi telekonferansê beşdarî vekirina TOKÎ'yên li Nisêbînê bû û kilît teslîmî malbatan kir. Lê hêj xanî teslîmî malbatan nekirine. Dîsa diyar kiribûn ku heta xaniyên TOKÎ teslîmî malbatan bikin, malbat wê karibin li xaniyên bi kirê bimînin û wê alîkariya kirê bê kirin."    Ebrû , têkildarî mijare ev pirs pirsîn: "Li gel ku kilît teslîmî malbatan kiriye, heta niha bi kijan hincetê xanî teslîmî malbatan nekiriye? Wê kengî xaniyan teslîmî xwediyan bikin? Firmaya ku xanî çêkir û teslîmî malbatan bike plan û takwîma wan di destê we de heye ? Heta ku xaniyan teslîmî malbatan bike diviya bû alîkariya kirê bihata kirin. Ev alikariya kirê çima hatiye qutkirin?"